Hikûmeta Iraqê 3 girtiyên ji Kobanî radestî HSDê kirin

Hikûmeta Iraqê 3 girtiyên ji Kobanî radestî HSDê kirin

.

A+A-

Di navbera HSD û hikûmeta Iraqê de, guhertina girtiyan çêbû. HSD girtiyek an jî 2 girtiyên DAIŞê dane Iraqê, Iraqê jî 3 girtiyên ji Kobanî radestî HSDê kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 3 ciwanên Kurd ên ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku sala 2017an bi tohmeta DAIŞê li Musliê hatibûne girtin û li Bexdayê cezayê heta hetayê li wan hatibû birîn, ji hikûmeta Iraqê wergirtin û ew vegerandin Rojavayê Kurdistanê.

Hecî Keriyo ku mirovê her sê ciwanan e, ji Rûdawê re got, Mihemed Hisên, Şahîn û Idrîs Mihemed ku bira û pismamê hev in, ji gundê Xerab Kortê yê Kobanî ne û sala 2017an piştî rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê, bi erêkirina odeya operasyonên Iraqê çûbûn wî bajarî û karê Xeraziyê dikirin, lê dema ku xwestibûn vegerin Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî ve bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatibûn girtin.

Hecî Keriyo herwiha got, piştî girtinê bi 20 rojan, Dadgeha Resafe ya Bexdayê cezayê zîndanê yê heta hetayê li ser wan 3 kesan sepandibû û ji wê demê ve ew her sê kes li Iraqê girtî bûn.

Di berdewamiya axaftina xwe de Hecî Keriyo got, îro bi hewla Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî û herwiha Polat Can ji fermadarên HSDê, ew her sê kes ji Bexdayê bo Kobanî hatin vegerandin.

Derbarê guhertina girtiyan û vegerandina her sê ciwanên ji Kobanî de, HSDê hêj ti daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin