Hikûmeta Iraqê fermana girtina banke û şirketên Îranî derxist
Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê bi fermanekê ragihandiye, di çarçoveya dorpêçên Amerîkayê yên bi ser Îranê de, 2 banke û kompaniyeke Îranî dawî li xebatên xwe yên Iraqê werînin.
A+A-
Li gor fermana Iraqê, banka bi navê “Sîna Bank” û şîrketa Îranî ya bi navê “Bahman Grup” tê qedexekirin û daxwaz tê kirin xebatên ‘Bank Parsiyan’ bên qedexekirin.
Herwiha bi biryara Hikûmeta Iraqê, mal û milkên wan bankeyan û şîrketan li Iraqê têne cemidandin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin