Hikûmeta nû ya Sûriyeyê hat ragihandin

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê hat ragihandin

.

A+A-

 Hikûmeta nû ya Sûriyeyê hat ragihandin û Ehmed Şer, hem serok e hem jî serokwezîr e.

Li gorî agahiyên Rûdawê, kabîneya nû ya Sûriyeyê ji 22 wezaretan pêk tê û Ehmed Şer dê hem serok e hem jî serokwezîr be.

Li gorî agahiyan, du wezîrên niha yên hikûmeta demkî li ser kar dimînin ku ev jî Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ne.

Kabineya nû ya Sûriyeyê wiha ye:

Wezîrê Karên Hundir Enas Hattab

Wezîrê Aboriyê Nîdal Şaar

Wezareta Rewşa Awarte û Rêvebiriya Afetê Raed El-Saleh

Wezîra Karûbarên Civakî Hind Qebwat

Wezîrê Xwendina Bilind Merwan El-Helebî

Wezîrê Veguhestinê Abdul Selam Heikal

Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî

Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra

Wezîrê Ragihandinê Hemza Mustefa El-Ehmed

Wezîrê Rewşenbîrî Mihemed El Salih

Wezîra Tenduristiyê Musab El Elî

Wezîrê Çandiniyê Amjad Badr

Sekreterê Kabineyê Elî Kida (Wezîrê berê yê Navxweyî)

Merwan El-Helebî ku di kabîneyê de wek Wezîrê Perwerdehiya Bilind hat tayînkirin, tê zanîn ku Kurd e û tê gotin ku di dema rejîma Esed de jî di kabîneyê de cih girtiye.

Lê di kabîneya nû de Kurd di aliyê siyasî de nehatin temsîlkirin û ev yek bû sedema nerazîbûnan.

Kurd baykot dikin

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û partiyên din ên siyasî yên Kurdan ragihandibûn ku ew dê hikûmeta ku cih nade Kurdan boykot bikin.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza gotibû, "Em nabin beşek ji hikûmetekê ku mafên gelê me bi fermî nas nake."

 ENKSyê tekez kir ku ew beşdarî merasîma ragihandina kabîneya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nabin.

Neşet Zaza ji Rûdawê re gotibû, "Me ti têkilî li gel hikûmeta nû nekirine û beşdarî hikûmetekê nabin ku mafên gelê Kurd wekî duyem neteweyê mezin ê Sûriyeyê bi fermî nas nake û mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de garantî nake."

Zaza tekez kiribû "Hikûmeta demkî, bêyî şêwirmendî bi ENKSyê re hat ragihandin û ev cara sêyem e ku Kurd tên paşguhkirin.

Piştî ragihandina destûra demkî, niha jî hikûmeta nû bêyî Kurd tê pêkanîn."

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin