Hikûmeta Tirkîyê di pratîkê de xwandina dersa zimanê Kurdî rawestandîye
Li Tirkîyê di destûrê de tenê zimanê Tirkî wek zimanê fermî hatîye qebûlkirin û di sîstema perwerdehîyê ya wî welatî de jî her dîsan zimanê Tirkî tekane zimanê fermî yê xwandinê ye.
Navenda Nûçeyan - Tevî ku ji sala 2012ê ve hikûmeta Tirkîyê rê bi derseke bijarte ya zimanê Kurdî daye ku li Tirkîyê bê xwenidin, lê di praktîkê de gelek astengî jê re tên dirsutkirin, ku ji ber wan astengîyan xwendekar jê direve û naxwaze fêr bibe. Herwiha hikûmeta Tirkîyê, mamostayên zimanê Kurdî erkdar nake û di nava 8 salan de tenê 59 mamostayên zimanê Kurdî ji alîyê hikûmetê ve hatine erkdarkirin.
Li Tirkîyê di destûrê de tenê zimanê Tirkî wek zimanê fermî hatîye qebûlkirin û di sîstema perwerdehîyê ya wî welatî de jî her dîsan zimanê Tirkî tekane zimanê fermî yê xwandinê ye.
Hikûmeta Tirkîyê di sala 2012 de wek hewlekê bo vebûna di rûyê Kurd de, rê da ku zimanê Kurdî weke derseke bijarte di dibistanan de bihê xwandin, lê belê di wan salên dawîyê de bi sedemên cuda proseya xwandina zimanê Kurdî gelak lawaz bûye, û her çend bi fermî nehatîye rawestandin, lê belê di pratîkê de wisa dixuye ku sekinîye.
Yek ji sedeman, danemezrandina mamostayên zimanê Kurdî ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve ye, û niha mamostayên pêwîst ji bo gotina dersa zimanê Kurdî nînin. Ji ber nebûna mamostayên taybet jî, xwandekar li cihê xwandina dersa zimanê Kurdî, derseke din ji xwe re hildibijêrin.
Parlamenterê HDPê yê Amedê, Îmam Taşçîer mijara kêmîya mamostayên zimanê Kurdî û danemezrandina wan bire nav parlamentoya Tirkîyê û daxwaz ji Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkîyê ku bersiva pirsên wî bide.
HDP dibêje, di du salên bihorî de hilbijartina dersa zimanê Kurdî di dibistanan de gelek kêm bûye û daxwaz ji Wezîrê Perwerdehîyê dike, ku sedemên wê aşkere bike. HDP dipirse, gelo heta niha çend mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin û li çend parêzgehan mamosteyên zimanê Kurdî hene û dersê dibêjin?
HDP herwiha dipirse, ji bo sala xwandinê ya 2019-2020 de, çi qas pol bo dersa bijartî ya zimanê Kurdî hatine vekirin û dabeşkirina wan li gor parêzgehan bi çi awayî ye?
Ji destpêka sala 2012 de ji ber nebûna mamostayên ku zanîngeh qedandibin, mamostayên zimanê Kurdî bi girêbestan hatibûn wergirtin.
Cara yekê di sala 2014 de dest bi damezrandina mamostayên derçûyî yên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat kirin.
Di maweya 8 salên bihorî de, Wezareta Perwerdeyê yê Tirkîyêtenê carekê data û amarên derbarê dersa zimanê Kurdî de belav kirîye.
Li gor wan datayan, di sala 2015-2016 de li tevahîya Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê, 77 hezar û 931 xwendekaran dixwestin fêrî Kurdî bibin û dersa zimanê Kurdî hilbijartin, ji wê hejmarê jî 71 hezar û 616 xwandekaran dersa Kurmancî û 6 hezar û 315 xwandekaran jî dersa Zazakî hilbijartin.
Lê hikumeta Tirkîyê, heta niha tenê 59 mamostayên zimanê Kurdî damezrandine ku 48 ji wan mamostayên zaraveya Kurmancî û 11 jî mamostayên zaraveya Zazakî ne.
Îsal jî bi hinceta ku xwendekar nînin, hikumetê çi mamsotayên din negirtîye kar.
Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin