HIN TÊBINIYÊN AKTUEL Û METIRSÎDAR!
HIN TÊBINIYÊN AKTUEL Û METIRSÎDAR!
• Divê em pêşniyarên dostane, kampanyayên biratîyê û hevgirtinên bi dîktekirina şîretan û destwerdana karên navxweyî tevlihev nekin.
• Kurd cihên ku lê dijîn, bêyî ku ji aliyê kesên ku ji derve ve bên zextkirin, bi awayekî azad biryarê li ser nirx, sembol û statûya xwe didin.
- Tu kopya, tu carî nabe wekî ya orîjînal. Her parçeyekî Kurdistanê xwedî taybetmendiyên xwe ye. Her beş têra xwe xwedî kadir û rêxistin in. Li her aliyên welatên me yên ku têra xwe rê û rûbaran dizanin hene.
- Pêwistî bi tu kes an aliyek tuneye ku ji perçeyekî din ya welatê me re diyar bike ka kî dost in û kî dijmin in. Her parçeyek Kurdistanê di wê zanînê de ye ku hevalên xwe, dijminên xwe û berjewendiyên xwe, bixwe diyar bike. Ne hewce ye ku kesekî din ji derve şîretan bike û li ser wan zextê bike.
- Tevger û partiyên Kurd li her parçeyî, rewabûna xwe, ji hêza gelê perçeyê ku nûnertiya wan dike, digre. Pêwistiya her perçeyî bi talîmatên ku bawerîya xwe bi, falan dewletê bîne, an xwe bispêre fîlan dewletî tuneye.
-Hemû aliyên ku nûnertiya parçeyekî Kurdistanê dikin, li hember perçeyê xwe berpirsyar in. Rojeva xwe, ew bi xwe tayin dikin. Siyaseta xwe bi pirsgirêkên perçeyên ku lê ne, dineqişînin.
-Aktorên siyasî yên her perçeyekî, çarçoveya azadîya perçeyê xwe bi berçavgirtina rastîya xwe û li gor taybetmendiyên perçeyê xwe, diyar dikin.
- Tu partiyek û siyasetmedarekî kurd nikare bibe aktorekî siyasî ya seranserê Kurdistanê. Li gora dilê xwe nikare destwerdanê li hemû parçeyên Kurdistanê bike û qala rastiyekê tenê bike. Reçeteyên siyasî pêşkêşî hemû perçeyan bike û li ser wan ferz bike. Mafê tu partiyê tuneye ku xwe nûnerê hemû perçeyan an hin perçeyan diyar bike. Her partî ji perçê xwe berpirs e.
• Gel û partiyên parçeyekî Kurdistanê nabe li parçeyekî din yê Kurdistanê bibe aliyê nakokiyên navxweyî yê wî perçeyê welat. Ger pêwîst be, kanibin dibin beşek ji bo aliyê çareseriyê, ne aliyê pirsgirêkan.
-Ne rast e, ku tevgerek çekdar li perçekî Kurdistanê, bêyî ji bo azadiya parçeyê xwe hewl bide, lê li parçeyekî din yê Kurdistanê, ji xwe re bike qada şer.
• Ger tevgerek li parçeyekî Kurdistanê, bixwaze bi şer perçeyê xwe azad bike; divê li ser xaka perçeyê xwe têbikoşe bi cîh bibe; xwe li wir bigire û li wê derê bisitirîne.
• Tevgerek li parçeyekî Kurdistanê divê xwe ji ziyangihandina parçeyên din dûr bixîne. Nabe ji bo berjewendiyên parçeyê xwe, parçeyekî din têxe nava xeter û metirsiyan.
- Partiyên parçeyên Kurdistanê; dema hewce be, dikare ji parçeyên din yên Kurdistanê banga alîkarî û hevgirtinê bike. Alîkariya ku tê xwestin, şert û mercên hevgirtinê, çarçoveya alîkariyê ji aliyê rêveberiya siyasî ya wî beşî ve tê tesbîtkirinê. Yên xwedî biryar ew in.
Pêwist e ku ev pirs bi hevrêziyêke hevbeş ya navbera parçeyên Kurdistanê û bi mekanîzmayeke hevbeş bê koordînekirin.
- Partiyên her parçeyên Kurdistanê dikarin bi welatên cînar, dewletên herêmê, rêxistinên navneteweyî û hêzên mezin re têkiliyên dostane deynin. Dibe ku ji bo doza xwe desteka siyasî ji wan bixwazin.