Hinek Kurd di hilbijartinên şaredariyên Fînlandayê de bûne namzed

Hinek Kurd di hilbijartinên şaredariyên Fînlandayê de bûne namzed

.

A+A-

Li Fînlandayê roja 13ê Nîsana 2025an wate 17 rojên din hilbijartinên şaredariyan û hilbijartinên lokal ên din çêdibin.

Lê ji hefteya bê ve xelk dikare beşdarî hilbijartinên pêşwext bibe.

Her wiha ew kesên ku welatiyên Fînlandayê ne û wê demê ne li nav welêt in, dikarin ji hefteya bê ve deng bidin.

Di wan hilbijartinan de hinek Kurdên diyasporayê jî namzed in, yek ji wan xanim Tewar Salarî ye.

Tewar Salarî li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye lê niha li Fînlandayê dijî û li ser lîsteya Sosyal Demokratan li bajarê Turku xwe bûye namzed ji bo encumena şaredariyê ya wî bajarî.

Xelk di hefteya bê de dikare deng bide wê. Ew kesên ku bi geşt ji Fînlandayê derketine derve, ew jî dîsa hefteya bê dikarin deng bidin wê. Li vê derê dixwazim gotûbêjekê bi Tewar Salarî re bikim.

Rûdaw: Tewar xan, pîşeya wî pîriktî ye, wek hemşîre ne li Fînlandayê kar dikin, jiyaneke wê ya aram heye, te biryar daye ku herî nav siyasetê. Dixwazim bizanim çima ji we re girîng bû ku li wir li Fînlandayê herî nav siyasetê?

Tewar Salarî: Belê, pêşî dixwazim spasiya we bikim ku we ez dawet kirim ji bo vê bernameya we ya xweşik û silav û rêz jî ji bo hemû temaşevanan. Serê pêşî divê ez behsa wê yekê bikim ku dibe ku Kurdiya min hinekî kêmasî tê de hebe, loma li min biborin.

Ez ji du saliya xwe ve li Fînlandayê mezin bûm lê min berî ku ez biçim nav siyasetê, di gelek rêxistinên ciwanan de bûm, di rêxistinên penaberan û mafên mirovan de bûm. Li wir min hest dikir ku di nav siyasetê de mirovên wekî me hewce ne.

Gelek caran di biryaran de ku didin, bo mînak mirovên wekî me ji bîr dikin û di wan biryarderan de bi rastî şêwe, gotin, yan dengê me tê de nîne, loma min jî gelekî bi tundî niha dest pê kiriye bi çûna nav siyasetê.

Li gel vê jî ez dixwînim ku li vir nehat gotin, di warê tendirustiyê de mastera xwe di demeke nêzîk de kuta dikim, lê wisa bîr dikim ku di vî welatî û nifşê nû de pêş ve biçim, ku heman derfeta wan jî wekî min di vî welatî de hebe.

Rûdaw: Baş e, te Sosyal Demokrat hilbijartine, dixwazî di nav wan de xizmeta xelkê li Fînlandayê bikî. Çima Sosyal Demokrat guncawtir in ji yên din ji bo karkirina ji aliyê siyasî ve, xasma ji bo xanimeke çalak wekî cenabê te?

Tewar Salarî: Sosyal Demokrat ji destpêkê ve gelekî ji bo wekheviyê kar kirine, gelekî ji bo wê yekê kar kirine ku dadmendiyeke temam ji bo hemû aliyan hebe, ez jî kesek im ku min gelek kar jê re kiriye ji derveyî siyasetê, loma hêsan kiriye ku dengê min di nav wan de be û dengê wan jî dengê min hê bêtir xurt dike.

Rûdaw: Li gel vê jî tu ji malbateke Pêşmerge tê, li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûyî, xelkê rojhilatê Kurdistanê ne. Wê paşxana siyasî çi bandor hebû li ser wê ku tu li Fînlandayê bîr li çûna nav siyasetê bikî?

Tewar Salarî: Bêguman, ez ku bi xwe wekî biyaniyekê li vir mezin bûm, gelek ji wan tiştên ku biyanî li vir tê re derbas dibin, ez jî rastî wan hatim. Wekî Kurdekê jî min hest bi gelek tiştan kiriye, bo mînak gelek caran mafê Kurdan li gelek cihan tê binpêkirin, niha jî her Kurdek vê dizane, digel vê, min ji bo xelkê Kurd û ji bo dengê Kurd gelekî kar kiriye.

Wekî mînak, dema li Îranê vê tevgerê li Kurdistana Îranê dest pê kir - jin, jiyan, azadî, ku mixabin piştî mirina Jînayê dest pê kir, ez çûm nav Parlamentoya Ewropayê û ez gelekî axivîm li gel gelek parlamenteran û heta çûm nav komîsyonê jî min ew axaftinên xwe bir pêş ku divê em karekî bikin ji bo xelkê Kurd, ji bo wekheviyê.

Ew dengê ku li wir niha dest pê kiriye, divê em bi tundî xwedî li vê yekê derkevin û piştgiriyê bidinê.

Rûdaw: Zor baş e, te li bajarê Turkuyê xwe berbijêr kiriye. Li wê derê Kurd jî hene. Ji bo Kurdên wir çi mesajên te hene? Çima divê dengê xwe bidin te û çawa dikarin alîkariya te bikin?

Tewar Salarî: Belê, niha li vir hikûmetek li ser kar e ku di xizmetguzariyên tenduristiyê û perwerdehiya zarokan de gelek pereyan dibire. Ez ê bi her awayî rê li ber van tiştan bigirim bi rêya Sosyal Demokratan.

Eger Kurdên li vir pirsgirêkên wan hebin, eger dixwazin ku xizmetguzariyên tenduristiyê berdewam bin, eger naxwazin astengî li pêşiya zarokên wan wekî biyaniyan were danîn, eger naxwazin ku çûna wan a dibistanê were astengkirin, bila dengê xwe bidin min.

Rûdaw: Zor spas.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin