Hişyarî; Dibe ku hûn bi rêya nan tûşî vîrusa Koronayê bin!
Pizîşkekî pispor ê Îranî amaje bi xalekê dike ku kêm kesan behsa wê kirîye, ew jî tûşbûna bi vîrusa Korona bi rîya nan e.
Navenda Nûçeyan - Ew pisporê nexweşîyên veguhêz (epîdemîk) bi rêya belavkirina vîdeoyekê li ser medyaya civakî dibêje, xelk wiha fêr bûye, berî ku nan bixwin paqij nakin, nan çawa tê ser sifreyê her bi vî awayî dixwin, lê dibe ku vîrus li ser nan hebe û bi xwarina nan xelk bi vîrusa Koronayê bikeve.
Heman pispor pêşnîyra dike, ku nanê nû û germ bixwin, yan jî eger nanê taze nebe, berî ku bixwin, li malê di firinê de nanê xwe germ bikin û paşê bixwen.
Di vîdeoyê de ew kes wiha dibêje: “Ez ricayeke gelek giring ji we dikim, ev jî eve ku haya we ji tendirustîya we hebe. Ez hêvî dikim ku metirsîya veguhastina vîrusê bi rêya nan ciddî werbigirin, tekez rênimayîyên derbarê Koronayê de we guhdar kirine, wan berçav digirin, destê xwe zû zû dişon, cilên xwe zû zû diguherin. Ew kelûpelên ku hûn ji derve tînin nav malên xwe, hûn paqij dikin, lê belê em li gor urf û adetên xwe dema nan werigrin, me wê paqij nakin. Heriha piranîya xelkê nanê nû û germ dixwin, niha jî em di rewşekê de nînin ku vî karî bikin. Nan ji wê dema ku ji tendûrê derdikeve û germîya wê namîne, dikare bibe cihekî baş ji bo ku virus li ser rûne û bi vê rêyê bihê veguhastin. Dibe ku destê wî kesê hûn nan jê dikirin, bi pere yan kartê vîrus li ser hebe. Dibe ku destê we bi xwe jî vîrus li ser hebe ji ber ku destê we bi pere û kart û cante yan tiştên din ketîye, lewma dibe ku eger we nanekî paqik jî wergirtibe, lê hûn bi destê xwe vîrusê li ser çê bikin. Eger hûn bibin mal û destên xwe bison û cilkên xwe biguherin, ew nan dê bibe cihekî baş bo vîrusê û hûn dê bixwin.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin