Hozan Bengî avêtin hepsê
Hunermend Hozan Bengî di sala 2016'an de di Newrozê de bi kurdî stran gotibûn. Doz lê vekirin, ceza lê birîn û îro ew tewqîf kirin.
A+A-
Hunermend Hozan Bengî di sala 2016'an de di Newrozê de bi kurdî stran gotibûn. Doz lê vekirin, ceza lê birîn û îro ew tewqîf kirin.
Nûçeya tewqîfkirina Hozan Bengî îro belav bû. Bengî duh li Erzeromê hatibû binçavkirin, îro ew tewqîf kirin.
Hozan Bengî 4 sal berê ji ber ku di Newrozê de stran gotibûn doz lê hatibû vekirin û ji ber vê yekê 3 sal û nîv cezayê hepsê lê hat birîn. Bengî li Erzeromê hat tewqîfkirin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Erzeromê.
Çavkanî: Diyarname
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin