HRW: Dibe ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê tawana şer kiribe

HRW: Dibe ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê tawana şer kiribe

.

A+A-

 Rêxistina Human Rights Watchê ragihand, êrişa droneke artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya 18ê Kanûna Paşîn a 2025an a li ambulanseke Hevya Sor a Kurdî ya “li tawana şer diçe”.

Li gorî Rêxistina Human Rights Watchê ambulansa ku êrişî wê hat kirin birîndarek vediguhast ku di êrişeke berê ya li Bendava Tişrînê de birîndar bûbû.

Di wan êrişan de 6 kesan canê xwe ji dest da ku di nava wan de lîstikvanê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê Bavê Teyar jî hebû û herî kêm 16 kes jî birîndar bûn.

Hîba Ziyaeddîna Lêkolera Payebilind a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Human Rights Watchê got:

“Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê û hêzên Tirkiyeyê rêbazeke zelal û metirsîdar a êrişên ne qanûnî li dijî xelk û cihên sivîl girtine ber xwe, diyar e ji ber vê ahengan jî digerînin.”

Armanc Mihemedê 37 salî yê ji xelkê Qamişloyê ji Human Rights Watchê re ragihandiye:

“Em bi awayekî aştiyane çûn Bendava Tişrînê, ji bo ku dijayetiya destdirêjiyên Tirkiye û komên girêdayî wê, ji bo parastina axa xwe û daxwaza dawîlêanîna armancgirtina av, kareba û bingehên jiyanê çûn.”

Li gorî rapora Konfederasyona Rêxistinên Bakurrojhilatê Sûriyeyê, ji 10ê Kanûna Pêşîn ve Bendava Tişrînê ji kar ketiye.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnan zerer gihiştiyê û zêdetirî 413 hezar kesan li herêmên Minbic û Kobaniyê bê av û kareba mane.

Hîba Ziyaeddîna Lêkolera Payebilind a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Human Rights Watchê da zanîn:

“Êrişkirina ambulansekê ku birîndarên sivîl di rêyeke vekirî de vediguhastin, xuya nake ku bûyereke tesadufî be.

Ev li tawana şer diçe û divê li gel hevpeymaniya Tirkiye û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê lêpirsîn were kirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin