
HRW: Erdogan Pergala Demokratîk Qels Dike
Çavdêrîya Mafên Miroavan (HRW) di Rapora Cîhanê ya 2018an de ragihand ku li cîhanê hejmara sîyasetvanên rastgir yên populîst û otorîter zêde dibe.
A+A-
Di raporê de, Tirkîye, Erebistana Saudî, Misir, Rûsya, û Çîn di heman kategorîyê de ne û di bin sernava ‘’populîst û otokrat valahîyê dadigrin’’ de tên nirxandin.
Li gor raporê ‘’Li cîhên ku berxwedan di bin zextê de ye û eleqeya navneteweyî tune, hêzên populîst û dijî mafan bi ser ketine’’ û mînakê vê yekê jî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e.
Rapor dide zanîn ku Erdogan, pergala demokratîk bo berjewendîyên xwe bi awayekî berfireh qels kiriye.
(Dengê Amerîka)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin