HRW: Îranê di êrîşên ser Herêma Kurdistanê de cihên sivîlan kiriye armanc

HRW: Îranê di êrîşên ser Herêma Kurdistanê de cihên sivîlan kiriye armanc

.

A+A-

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (HRW) di raportekê de li ser êrîşên dron û mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê de ragihand ku cihên sivîlan kirine armanc.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (HRW) îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022an raporta xwe ya dawî ya derbarê êrîşên Îranê li ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê di meha borî de belav kir, li gorî kesên ku bi wan re axivîne, ew cihên ku baregehên Rojhilatî lê tunebûn kirine armanc ku cihê ku sivîl lê dijîn.

Cîgirê Berpirsê beşa Rojhilata Navîn a rêxistinê Adam Kugel got, “Supaya Pasdarên Îranê êrîşî xelkê sivîl li Herêma Kurdistan kir wekî beşek ji dîrokek dirêj a armanckirina sivîlan bi êrîşên xeternak ku di nav de şerê Sûriyê jî heye. Welatên ku Îranê di ber zordariya hovane ya vê dawiyê de berpirsyar dibînin divê dilniyayî bidin ku ew berpirs in ji kuştina bêserûber a sivîlan li derveyî sînorên xwe.”

Di rapora HRW hatiye diyarkirin ku li gorî UNICEFê, yek ji armanca êrîşên Îranê yên li Koyeyê dibistaneke seretayî bû û di encamê de jineke ducanî canê xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.

Roja 28ê Îlonê, Supaya Pasdarên Îranê bi dron û mûşekan binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koye, Zirgwêz û Şêrawa kirin armanc û di encamê de 18 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin