HSD: Em hêzên xwe dişînin Efrînê

HSD: Em hêzên xwe dişînin Efrînê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku operasyona Tirkiyeyê li ser Efrînê, rêxistina DAIŞê vejand û ragihand ku hêzên xwe ji rojhilatê Firatê dişînin Efrînê.

A+A-

HSD îro daxuyaniyek da û tê de got ku  "li pêşberî vê rewşa leşkerî ya gelekî dijwar û di vê bêdengiya gumanbar û ya nebûna (bertekeke) navdewetî ya bêsedem ji aliya cîhana azad û demokratîk li pêşberî van tiştên hikûmeta Erdoganî ya tirkî dike, Em wek komên şoreşger ên di nava HSDê de ku di bin sîwana hevpeymaniya nadewletî de ya li dijî terorê de dixebitin, neçar man biyrareyeke wiha bidin li gel ku me nedixwest biryareke wiha bidin û me qet texmîn nedikir jî ku em rojekê bigihêjinê, nexasim piştî van qurbaniyên mezin ên şervanên me yên şehîd û birîndar ku me di şerê rêxistina DAIŞê de li seranserê sê salan li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê li parêzgehên Heleb, Reqa, Dêra Zorê û Hesekê dan."

Herwiha HSD diyar dike ku ji ber dana vê biryarê gelekî xemgîn in û dibêje ku "şervanên xwe ji herêmên rojhilatê Firatê yên çoltera Dêra Zorê vedugezin û dişînin eniyên şerî li Efrînê.

Di berdewamiyê de HSD diyar dike ku wan ev biryar nedida, eger civaka navdewletî li himberî "êrîşên Tirkiyeyê" wiha bêdeng nemabûya û fişareke rast li ser (Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip) Erdogan bikira.

Ji aliyê din ve, HSD bangî cîhanê kir ku ev operasyona Tirkiyeyê li bakurê rojavayê Sûriyeyê "can da DAIŞê piştî ku sikrat dikir".

Hêzên Sûriyeya Demokratîk Tirkiyeyê tawanbar kir ku "Cebhet el Nusra ku rêxistineke el Qaîdeyê ye diajo da ku komên din ên şoreşa Sûriyeyê tesfiye bike ku parêzgeha Idlib û çoltera Helebê ya rojavayî bike jîngehek ji Cebhet el Nusrayê".

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin