HSD: Koalîsyona Navnetewî rê li ber êrişa Tirkiyê vekir
.
HSDê ragihand ku di encama êrişa Tirkiyê de li Dêrikê 4 şervan şehîd bûne û tekez kir ku Hevpeymaniya Navdewletî esmanê deverê li ber Tirkiyê vekir ku êriş bike.
`Plana DAIŞê bi piştevaniya Tirkiyê bû`
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê bombebarana Tirkiyê ya li ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
HSDê di daxuyaniya xwe de amaje bi êrişên DAIŞê yên li ser zindana Sînaa ya Hesekê dike û dibêje, ew êriş û plan, “bi piştevaniya Tirkiyê bû. Lê ew êriş ji hêla hêzên me ve û bi hişyarbûna gelê herêmê hatin têkbirin.”
Êrişên hemwext ên Tirkiyê
HSD dibêje, ji bo derxistina aloziyan li herêmê, Tirkiye û çekdarên wê “hemwextî êrişî ser girtîgeha Hesekê, Til Temir, Eyn Îsa û herêmên din kirin. Lê hêzên me ew êrişên dagirkeriyê jî têk birin.”
HSD tekez dike, piştî ku Tirkiyê ti armancek “ji êrişên li ser Hesekê, Til Temir û Eyn Îsayê” pêk neanîn, lê “lê piştre Koalîsyona Navneteweyî asîman li pêş wê vekir. 1ê Sibatê demjimêr 22.00 balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebê ya li Gir Kendal ê nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrika Hemko bombebaran kir. Di encamê de stasyonê hate rûxandin û 4 şervanên me ku parastina stasyonê dikirin şehîd bûn û 5 karkerên sivîl birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de hatiye, “Di vê êrişa hewayî ya dagirkeriyê de heval Siyamend Efrîn, Xemgîn Efrîn, Şiyar Kobanê û Mihyedîn Dêrik şehîd bûn.”
Helwesta Hevpeymaniya Navdewletî
HSD dibêje, Tirkiyê tehemulî merasîmên oxirkirina cenazeyên şehîdan nekir û tehemulî “hevgirtina girseya gel li dora şehîdan û doza xwe” nekir.
Di dewama daxuyaniya xwe de HSD tekez dike, êrişa dewleta Tirkiyê “bêyî agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk nehatine, di encamê de welatî, gund, avahî û karker tên hedefgirtin. Bi wê yekê re dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji bêdengiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişên xwe rewa bike.”
HSD di dawiya daxuyaniya xwe de tekez dike ku ew li hember êrişên Tirkiyê bêdeng namînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin