
HSD: Komên bi ser Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan ketine seferberiyê
.
A+A-
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku metirsiya komkujiyê li ser taxên Kurdan ên Îdlib, Ezaz û Cerablusê heye û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ketine seferberiyê.
Çavkaniyên nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin, komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve li derdora taxên Kurdan ên Îdlib, Cerablus û Ezazê ketine seferberiyê.
HSDyê her wiha da zanîn, tirseke zêde heye ku mîna komkujiya Elewiyên beravê, komkujî li dijî Kurdan bê destpêkirin.
Duh piştî fitarê komeke çekdar a bi ser Tirkiyeyê ve li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê êrîşî otombîlekê kir ku 4 sivîl tê de bûn û birîndar bûn.
HSDyê ragihand ku hêzên wan hewl da birîndaran rakin nexweşxaneyê, lê rastî kemîneke çekdaran hatin û şer di navbera wan de derket.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin