HSD, li gel Sûriyê û Rûsyayê 3 xalên hevbeş li Eyn Îsayê ava dike
.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê li ser avakirina 3 xalên hevbeş li Eyn Îsayê li hev kirin.
Li gor zanyariyên K24ê HSD, hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê li baregeha Rûsî li Eyn Îsayê civiyan û li hev kirin, ji bo çavdêrîkirina agirbestê û rê li ber êrîşên çekdarî yên ji aliyê grubên çekdar û artêşa Tirkiyê bigirin, 3 xalên hevbeş li wê herêmê ava bikin.
Di nava du hefteyên dawî de grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li ser Eyn Îsa û derdora wê bi awayekî zêde topbarana dikirin û car caran jî şer û pevçûn jî derdiket.
Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Sipî ve ye. Li ser riya navdewletî M4 e û 55 K.M li bakurê Reqayê dikeve.
Berî çend rojan fermandarên Rûsî di civînekê de ji HSDê re tekez kiribû ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî bigire.
Herwiha fermandarên Rûsî pêşniyaz li HSDê kiribûn ku wek li Heseke û Qamişlo, çarkoşeya ewlehiyê li Eyn Îsayê ava bikin û dezgehên Hikûmeta Sûriyê û yên Rêveberiya Xweser lê bêne danîn, bi mercê ku ala Sûriyê li ser dezgehên Rêveberiya Xweser bê bilindkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin