HSD: Me belgeh hene çekdarên Daişê bi Tirkîya re bûne di şerê vê dawîyê de bo ser rojavaya Kurdistanê
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ragehand, wan belgeh hene ku Tirkîya çekdarên Daişê tevlî şerê vê dawîyê bo ser rojavaya Kurdistanê kirîne.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Mezlûm Ebdê fermandarê giştî yê HSDyê li ser Tiwîtera xwe nivîsandîye, ku serokê Tirkîya Receb Teyîb Erdogan bi hebûna hejmareke çekdarên Daişê yên girtî li ba Tirkîya, cîhanê heresan dike.
Gotîye jî wan belgeh li ber destan hene, ku Tirkîya di şerê vê dawîyê de li ser rojavaya Kurdistanê çekdarên Daişê bikaranîne.
Ebdê daxwaz jî kir, dadgeheke navdelwetî bo dadgehkirina çekdarên Daişê li bakura rojhilata Sûrîyê bihêt avakirin.
Çavkanî: K24
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin