HSD: Milîsên Îranî hewla êrîşa li ser kêlgehên petrolê didin

HSD: Milîsên Îranî hewla êrîşa li ser kêlgehên petrolê didin

Jêderekî ji nava HSDê radigihîne, mîlîşyayên Îranî kar li ser êrîşkirina li ser kêlgehên petrolê yên li Dêrazorê di destê HSDê de ne dike.

A+A-

Jêderekî ji nava HSDê ji medya opozîsyona Sûriyê re ragihand, mîlîşyayên Îranî li her du gundên Xeşam û Salihiyê yên li bakurê Dêrazorê ne, amadekariyên êrîşa li ser gundê Ezbe û zeviyê Konîko û kêlkehên petrolê dikin.

Da zanîn jî, haya wan ji vê tevgera mîlîşyayên Îranî heye û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dê rê li ber wê êrîşê bigire.

Operasyona HSDê li rojhilatê Dêrazorê berdewam e û di vê demên dawiyê de şer û pevçûnên tund di navbera wê û DAIŞê de rû didin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di vê hefteyê de zêdetir ji 200 kesî ji her du aliyan hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin