
HSD, MSD û Rêveberiya Xweser li ser dîyaloga bi Şamê re li hev kir
.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li ser civîna navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ku doh hatiye lidarxistin daxuyaniyek belav kir.
Hate ragihandin ku di civînê de rewşa heyî ya li welat û rêveçûna diyaloga bi desthilata Şamê re hatin nîqaşkirin.
Di civînê de beşdaran girîngî da destpêkirina rêzecivînên herêmî yên li tevahî bajarên herêmê tên lidarxistin û gotin, armanc ji wan civînan ew e ku hemû pêkhateyên civakê di pêvajoya siyasî de bi awayekî aktîf û giştî beşdar bibin.
Her sê aliyên beşdar girîngî da serketina diyaloga bi desthilata Şamê re ku bi rêya wê çareseriyên guncaw ji hûrgilî û mijarên ku têne gotûbêjin re werin dîtin, da ku bi desthilata Şamê re li ser pêkanîna mekanîzmeyan bigihînin lihevkirinekê, mîna yekkirina saziyên leşkerî û rêveberî, vegerandina koçberan li warên wan. Herwiha hat gotin pêwîstî bi diyarkirina amûrên guncaw heye ku ev lihevkirinên têkildarî van dozan werin pêkanîn.
Herwiha di dawiya civînê de hat gotin ku divê agirbest pêk bê, ji ber ku ew gaveke ber bi misogeriya pêşkketin û serketina diyalogê ve ye û desthilata Şamê li hember serketina vê diyalogê û pêkanîna armancên wê berpirsiyar e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin