HSD, MSD û Rêveberiya Xweser rûdanên dawî gotûbêj kirin

HSD, MSD û Rêveberiya Xweser rûdanên dawî gotûbêj kirin

.

A+A-

 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.

Rêveberiya Xweser ragihand ku wan ji bo nîqaşkirina rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li gel HSD û MSDyê civîneke hevbeş li dar xistiye.

Li gorî daxuyaniyê, mijarên wekî danûstandinên bi birêvebiriya nû ya Şamê re, rêgirtina li ber êrişên Tirkiyeyê û çekdarên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

“Divê aliyên navneteweyî rola xwe bilîzin”

Di civînê de çend biryar hatin dayîn û ev jî hinek ji wan biryaran in:

“Divê hemû aliyên navneteweyî rola xwe ya zextkirina li ser dewleta Tirkiyeyê bilîzin ku bigihînin agirbesteke giştî û wê neçar bikin ku li gorî peymanên îmze kirine tev bigere.

Her wiha pêwîstî bi pêkanîna agirbesteke giştî li hemû xaka Sûriyeyê heye.

Divê têkilî bi hemû pêkhateyên li herêmên Sûriyeyê re werin zêdekirin, eniya navxwe were xurtkirin ku di rûdanên rojane yên li Sûriyeyê dibin re aktîvker be.”

Beşdarên civînê

Hat zanîn ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî, Endama Fermandariya Giştî ya YPJyê Rohilat Efrîn, Hevserokên MSDyê Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit, Hevserokên Meclisa Birêvebir a Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman û alîkarên wan, beşdarî civînê bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin