HSD û Mezlûm Ebdî êrîşa ser Efrînê red kirin: Em şermezar dikin!
.
Berpirsê Navenda Ragihandina (HSD) Ferhad Şamî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, li ser êrîşa şeva borî ya bi ser Efrînê de ku herî kêm 18 kesan da û bi dehan kes jî birîndar bûn daxuyanî dan.
Berpirsê Navenda Ragihandina (HSD) Ferhad Şamî bi daxuyaniyekê ragihand: "Hinek dezgehên ragihandinê nûçeyên dûrî rastiyê ên derbarê toparana li ser navenda bajarê Efrînê de belav dikin û wisa nîşan didin ku hêzên me ev topbaran kiriye. Em careke din teqez dikin ku hebûna hêzên me li wê heremê tune ye û tu têkeliyê me bi vê topbaranê tune ye. Em bang li hemû dezgehên ragihandinê dikin ku di belavkirina nûçeyên ne rast ên derbarê hêzên me de baldar bin."
Li aliyê din Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî li ser twitterê daxuyaniyek belav kir û red kir ku hêzên wan êrîşî Nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê kirine û got: “Em ji ber mirina kesên bêguneh gelek xemgîn in. Em vê êrîşê şermezar dikin. Armancgirtina nexweşxaneyan binpêkirina hiqûqa navnetweyî ye."
Medya Tirk û berpirsên dewleta Tirkiyê bi wê êrîşa ku doh danê êvarê bi topan û fuzeyan ji aliyê Tel Rifatê ve hatiye kirin, YPGê ango hêzên kurdî tawanbar dikin, lê hêzên kurdî red dikin ku ew êrîş ji aliyê wan ve hatibe kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin