HSDê hin navçe dubare kontrol kir
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan ragihand, ku Hêzên Sûriya Demokratîk hejmarek ji navçeyên berî çend rojan jidest dabûn, dubare kontrol kirin.
A+A-
Ryan ji Reutersê re diyar kir, ku li kêleka operasyonên HSDê li dijî DAIŞê, hêzên Iraqî sînorên xwe li gel Sûrya diparêzin daku rê nedin çekdarên DAIŞê, ku ji Sûryê derbasî Iraqê bibin.
Li aliyekî din, duh medya Rûsî ragihand, ku 24ê vê mehê çekdarên DAIŞê bajarokê Geranîc ê ser bi Dêra Zorê ve kontrol kirine û hêzên HSDê û gelek welatî ji wî bajarokî derketin.
Ji aliyê xwe ve, berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ragihand, ku nûçeya vekişyana şervanên wan ji bajarokê Geranîc ê ser bi Parêzgeha Dêra Zorê ve, dûrî rastiyê ye.
Lê malpera RT ya Rûsî bi belavkirina du girte vîdyoyan, piştrast kir ku çekdarên DAIŞê derbasî bajarokê navhatî bûne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin