HSDê li ser armancgirtina Mezlûm Ebdî daxuyanî da

HSDê li ser armancgirtina Mezlûm Ebdî daxuyanî da

.

A+A-

 Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser armancgirtina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî daxuyanî da û diyar kir, ew agahî “ne rast in.”

Do Înê danê êvarê wêneyên şewateke li nêzîkî Balafirxaneya Silêmaniyê hatin belavkirin, berpirsên balafirxaneyê û berpirsên asayîşê ragihandin, “Tiştek neqewimî û agireke normal bû.” Piştre hat eşkerekirin, êrîşeke dronî pêk hatiye. Çend medyayên biyanî ragihandin ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê bûye, du balafirên bê balafirevan ên Tirkiyê guleya hişyariyê li nêzîkî helîkoptera wî dane û li gorî zanyariyan, Fermandarê Giştî yê HSDê rizgar bûye û vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser vê yekê daxuyaniyek da û eşkere kir, “Hemû nûçeyên ku îdia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mazlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armanc girtin ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li himber hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Îro Înê 7ê Nîsana 2023an wêneyên şewateke li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî Silêmaniyê hatin belavkirin. Rêveberê Ragihandinê ya Balafirxaneya Silêmaniyê Dana Mihemed da zanîn, nûçeyên derbarê bombebaran û teqînên li ser balafirxaneyê red dikin.

Hin medyayên biyanî jî diyar kirin, du balafirên bê balafirevan ên Tirkiyê êrîşeke hişyariyê li nêzîkî helîkoptera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kirine.

Piştre Asayîşa Silêmaniyê bêyî ku cure û armanca wê diyar bike, ragihand ku teqînek rû daye.

Asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de got, “Îro di saet 16:18an de teqînek li nêzîkî têlbenda Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê çêbû û ti ziyanên canî çênebûn, lê şewat derket. Tîmên berevaniya sivîl a balafirxaneyê yekser gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin