HSDê li ser beşdariya xwe ya di şerê Rûsya û Ukraynayê de daxuyanî da
.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) beşdariya şervanên xwe di şerê Rûsya û Ukraynayê de red kir û tekez kir ku ew pirsgirêkên derveyî Sûriyê re eleqedar nabin. Rayedarekî payebilind ê Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê jî got, “Rûsyayê di paşerojê de çi gotibe, rast derneketiye.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro Şemiyê 8 Temûza 2023an li ser tohmetên ku şervanên wan beşdarî şerê Rûsya û Ukraynayê bûne daxuyaniyek belav kir.
HSDê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Hin dezgehên ragihandinê nûçeyên sexte û tarî li ser beşdarbûna bê bingeh a şervanên me di şerê li Ukraynayê de belav kirine, em piştrast dikin ku ev nûçe derew in û ti bingeheke wan di rastiyê de nîne û ji aliyê dezgehên ku bi jêderên xwe yên erzan û sexte tên naskirin, têne belavkirin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her wiha anî ziman, “Ew tevgerên ku tên îdiakirin ne li gorî pîvanên nîştimanî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîke di têkoşîna li ser xaka Sûriyê ji bo parastina herêmê û xelkê wê ne û hêzên me bi mijarên din ên derveyî Sûriyê re eleqedar nabin.”
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê jî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ew gotegot red kirin û ji Rûdawê re got, “Rûsyayê di paşerojê de çi gotibe, rast derneketiye.”
“Washington bi sedan çekdarên HSDê vediguhêze Ukraynayê”
Roja Înê, ajansa nûçeyan a Rûsyayê Sputnikê li ser zarê "çavkaniyên taybet" ragihand ku Amerîka nêzîkî 650 çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên hevpeymanên xwe ji Rojavayê Kurdistanê veguhestine Ukraynayê.
Her wiha îdia kir ku çekdar di şeş mehên borî de bi firokeyên taybet beş bi beş bi rêya Herêma Kurdistanê ji bo Ukraynayê hatine veguhestin.
Ajansê diyar kir ku hêzên Amerîkî yên li Sûriyê “hejmarek navendên rahênanê li gundewarên Dêre Zorê û parêzgeha Hesekê vekirin ji bo perwerdekirina kesên ku di van kampan de li ser cûreyên cûrbecûr çekên sivik û navîn” bêne perwerdekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin