HSDyê bajarokê Zîbanê yê Dêrezorê bi dest xist

HSDyê bajarokê Zîbanê yê Dêrezorê bi dest xist

.

A+A-

Şervanên HSDyê li nav bajarokê Zîbanê yê Dêrezorê ne û wan ew der kontrol kir.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ji çend aliyan ve çûne nav bajarokê Zîbanê.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji navçeyê wergirtine, ji sedî 70yê wî bajarokî di bin kontrola HSDyê de ye.

Bajarokê Zîbanê ji rojava ji aliyê Şihêlê, ji bakur ji aliyê Zeviya el-Omer û Green Village û ji rojhilat jî ji aliyê Hewaic Zîbanê ve bi temamî dorpêçkirî ye û take rê li başûr li ser Çemê Feratê vekirî maye.

Şervanên HSDyê yên ji hemû pêkhateyan beşdarî operasyonê bûne lê hejmara herî mezin, Erebên navçeyê bi xwe ne.

“Cudahî di navbera Kurd û Ereban de nîne”

Şervanekî HSDyê yê ji deverê got:

“Em şervanên HSDyê ne, em li navçeya Hewaic Zîbanê ne, em kurên hozên vê navçeyê ne û xelkên vê derê ne.

Cudahî di navbera me de nîne, ne Kurd, ne Ereb, ne Dêrî û ne Heskawî.

Bi îzna Xwedê em dê rê nedin grûpên terorîst ên ku ji wî aliyê çem tên û xwe vedidizin nav navçeyên me.”

Li gorî çavdêran, bi kontrolkirina bajarokê Zîbanê ku Îbrahîm el-Hifil û çekdarên alîgirên wî tê de asê mane, yek ji xal û binkeyên sereke yên çekdaran tê kontrolkirin.

Piştî Zîbanê berê HSDyê li bajarokê Hecînê ye.

Hecîn yek ji bajarokên herî mezin ên navçeyê ye û HSD bê şer jê vekişiyabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin