
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da
.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser dîplomasiya Mezlûm Ebdî daxuyanî da.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî doh bi Wezêrên Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot re û îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.
HSDyê li ser naveroka hevdîtinên Mezlûm Ebdî got,”Fermandarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li Hewlêra Herêma Kurdistana Îraqê civînek bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot re pêk anî. Wezîrê Fransî pesnê rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di têkoşîna li dijî terorê de da û behsa girîngiya pêşkêşkirina hemû cûreyên piştgiriyê ji bo wan kir da ku ew şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bidomînin.”
Li gorî daxuyaniya HSDyê Jean Noel Barrot diyar kiriye ku welatî piştgiriyê dide aramî û ewlehiya giştî ya Sûriyeyê.
Hat diyar kirin ku di civînê de tekezî li ser pêwîstiya beşdariya Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî û birêvebirina welêt de hat kirin.
Di beşeke din a daxuyaniynê de amaje bi civîna Mezlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî jî hat kirin û wiha hat gotin:
“Fermandarê Giştî Ebdî civîneke din jî bi Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî re li dar xist.
Her du aliyan li ser pêwîstî û girîngiya yekrêziya Kurdan bal kişand, rewşa siyasî ya Sûriyeyê û rewşa Kurdan li wir nirxandin, her wiha li ser metirsiyên terorê û rûbirûbûna tehdîtên DAIŞê bîr û rayên xwe parve kirin.
Birêz Nêçîrvan piştgiriya xwe ya tevahî ji bo hewlên gihandina Konferansa Neteweyî ya Kurdî û derxistina encamên ku daxwazên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pêk tînin nîşan da.
Her du aliyan paşeroja Sûriyeyê û têkiliyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta nû ya demkî li Şamê gotûbêj kirin bi taybetî piştî ku Fermandarê Giştî yê hêzên me rêkeftinek bi Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re destpêka meha Adar a borî mohr kiribû.”
HSDyê da zanîn her du aliyan her wiha tekezî li ser pêwîstiya beşdariya Kurdan û li gel wan hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de kirin û garantîkirina mafên wan ên destûrî.
Her wiha rêyên başkirina rewşa aborî ya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê nirxandin.
Jean-Noel Barrot: Em bi General Mezlûm re mil bi mil şer dikin
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got, "Ev 10 sal in em bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm re mil bi mil li hemberî DAIŞê şer dikin."
Jean-Noel Barrot doh hat Hewlêrê û beriya Mezlûm Ebdî bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Jean-Noel Barrot û Serok Mesûd Barzanî di civînê de tekezî li ser serkeftina hewlên dan û standin, navbeynkarî û yekîtiya di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin