‘HSDyê pêşniyara Şamê red kir’

‘HSDyê pêşniyara Şamê red kir’

.

A+A-

 Li gorî çavkaniyên nêzîkî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê pêşniyara naskirina mafên çandî yên Kurdan û bicihkirina van mafan di destûra nû de li HSDyê kiriye.

Çavkaniyan nêzîkî Hikûmeta Veguhêz a Şamê ji Al Jazeerayê re ragihandiye ku pêşniyar beşdariya Kurdan a di dezgehên ewlehî û artêşê de jî dihewîne.

Li gorî çavkaniyan, di pêşniyarê de sîstemeke rêvebiriyê ya nanavendî jî heye ku dê hêzeke berfireh bide meclisên herêmî.

Çavkaniyan diyar kir ku naskirina mafên çandî yên Kurdan û bicihkirina van mafan di destûra nû de xalên serekî yên pêşniyarê ne.

Li aliyê din hat gotin ku HSDyê ev pêşniyar red kiriye.

Li gorî çavkaniyan heger pêşniyar were qebûlkirin dê rê li ber beşdariya Kurdan a di dezgehên ewlehî û artêşê de veke.

Her wiha herêm jî dî bi awayekî nenavendî bên îdarekirin.

Pêşniyar tê wateya ku dê erkên meclisên herêmî werin zêdekirin û parêzgehan bi awayekî nenavendî werin îdarekirin.

Mercên HSDyê

Li gorî heman çavkaniyan, HSDyê ev pêşniyar red kir û li ser mercên xwe yên taybet israr kir.

Mercên HSDyê wiha ne:

- Tevlîbûna wekî yekîneyeke taybet a artêşa Sûriyeyê

- Parastina hebûna xwe ya li herêmên leşkerî yên heyî

- Wergirtina beşeke dahatê ji bîrên petrolê

Li gorî nûçeyê, sedemên HSDyê ev in:

“Metirsiya êrişeke muhtemel a Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û astengkirina beşdarbûna komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de.”

Hat îdiakirin ku Birêvebiriya Sûriyeyê jî pêşniyarên HSDyê red kir.

Berpirsên Şamê diyar kir ku ew naxwazin di nav artêşê de komên serbixwe hebin û her wiha ew li dijî wê yekê ne ku dosyaya petrolê wekî amûreke danûstandinên siyasî were bikaranîn.

Navbeynkariya Serok Barzanî

Di nûçeyê de hat nivîsandin ku Serok Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina krîza di navbera Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê navbeynkariyê dike.

Nûnerê Serok Barzanî yê Karûbarên Rojavayê Kurdistanî Ebdulhemîd Derbendî çûbû Qamişloyê û piştre di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serok Mesûd Barzanî de meha Kanûna Paşîn a 2025an li Hewlêrê hevdîtinek pêk hatibû.

Barzanî ji Ebdî re got ku ji bo yekîtiya aliyên Kurd pêwîst e bi Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re lihevkirin were kirin.

Li gorî nûçeyê, Ebdî ji Barzanî xwest ku bi bikaranîna têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi taybetî operasyonên leşkerî yên li herêma Bendava Tişrînê rawestîne û ji bo destpêkirina pêvajoya diyalogê gava yekem bê avêtin.

Li gorî nûçeyê Hewlêrê ragihandiye ku ew amade ye mêvandariya hevdîtinekê di navbera HSD û rêveberiya Sûriyeyê de bike lê ji ber ku Şam naxwaze rewşeke wekî wekheviya siyasî bi HSDyê re çêbibe, ew nêzîkî vê senaryoyê nabe.

Alîkarê hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Efram Îshaq beriya bi çend rojan ji Rûdawê re eşkere kir ku Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer dê careke din bicivin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin