HUDA-PAR helwesta xwe ya referandûmê eşkere kir
HUDA-PAR li ser bingeha fikra ummetê hatiye damezirandin û yek ji partîyan e ku mafê wê heyê bikeve hilbijartinan û bi taybet jî li Kurdistanê bi rêxistin e.
A+A-
Serokê HUDA-PAR yê Giştî Zekerîya Yapicioglu îro li navenda partîya xwe ya Enqerê civîneka çapemenîyê li dar xistîye û dîtina partîya xwe di derbarê referandûma 16ê Nîsanê ku guherîna sîstema serokkomarîyê tîne, eşkere kiriye. Yazicioglu gotîye, guherînan ku dihên kirin ew kêm dibînin û bi temenîya ku ewê bibe gavekê ji bo destûreka nû û sivîl ewê di referandûmê de dengê 'Erê' bi kar bînin.
Partîya Dawaya Hur (HUDA-PAR) li ser bingeha fikrê ummetê hatiye damezirandin û yek ji partîyan e ku mafê wê heyê bikeve hilbijartinan û bi taybet jî li Kurdistanê bi rêxistin e. Sîyaseta wê zêdetir nêzî partîyên îslamîst yên Tirkan e û di 2015ê de ew neketibû hilbijartinan, piştgirîya AKPê kiribû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin