Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser teqîna Silêmaniyê daxwuyanî da

Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser teqîna Silêmaniyê daxwuyanî da

.

A+A-

 Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser teqîna li nêzî balafirgeha Silêmaniyê daxwuyanî da. Asayîşa Silêmaniyê ragihandibû ku di teqînê de ti zerar negihaye canî û li ser mijarê dest bi lêkolînan kirine. Li ser teqînê Cotyar Adil got:

“Em dixwazin endîşeyên xwe yên kûr ji bo êrîşa ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê ragihînin. Ev rewşa talûke, di encama bikaranîna îşxala dezgeyên hukumetê û karên bêqanûn de çêbûye. Tevgerên partiya desthilat ya Silêmaniyê kiriye ku Tirkiye seferên xwe yên balafirgeha Silêmaniyê betal kiriye û paşî bi êrîşê encam daye. Di encama van kiryaran de hemwelatiyên me bedela van xetayan didin. Divê dev ji van kiryaran berdin, erka hukumetê ji nûh de bê bicîhkirin û rêvebirî layîqê Silêmaniyê û xelkê Silêmaniyê be.”

Cîgirê serokwezîrê hukumeta herêma Kurdistanê Qubad Talabanî jî, di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Em êrîşê bi tundî şermezar dikin. Êrîşa ser balafirgehekî sîvîl, ne tenê îhlala desthilata Iraqê ye lê di heman wextê de talûkeyekî li ser jiyana hemwelatiyên Kurdistanê ye.”

Li gor hinek medyayên başûrê Kurdistanê, teqîn ji aliyê Tirkiyê de hatiye kirin an ku Tirkiye êrîş kirine ser balafirgehê û di wê wextê de fermandarê giştî yê HSD ê Mazlûm Ebdî bi hinek hevalên xwe ve li balafirgeha Silêmaniyê bûne û piştî êrîşê çûye Rojava.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin