Hûnera zanînê û nenga nezan
SEMEDÊ NİVÎSÎNA PİRTÛKÊ Bİ VÎ ZiMANÎ Bİ AWAYÊ GAZİNCA
Jİ DEWRÊ Û GİLÎYA Jİ MİROVÊN ZEMANÎ KU Lİ NİK WAN WEK HEV E
HÛNERA ZANÎNÊ Û NENGA NEZANÎ
”Xanî, dît ku kêmayî û xavîtî tam gîhaye
meydana gîhîştinê û kemalê jî vala maye
Yanî ne ji hêginî (qabîlîyet) û pisporîya xwe
lê bi pêjna eşîrî (netewetî) û xurtîya bawerîya xwe
Bi kurtî, çi ji înata xwe û çi ji rûyê zulm û neheqîyê
ev tiştê nûderketî yê çewtê adet û toreyan, anî heyîyê
Şerbeta xwerû (erebî, farisî û osmanî) berda, tort (kurdî) vexwarî
Zimanê Kurdî yê wek mirarî (kurdî rûmetbilind hesibandîye)
gîhand hev, vêkxist, xist dûzenê bi awayekî têgîhîştî
û di vê rê da cefa kişand, jibo xizmeta giştî
da ku xelk nebêje: ”Herçî ku Kurd in
ne têgîhîştî ne, bêesl û bêbingeh in, nezan û nemerd in
Cure cure netewe, xwedîpirtûk in
Kurd tenê bêpar in û bêpirtûk in”
Hem kesên bîrewer nebêjin: ”Kurmanc
bêpar in ji evînê, evîn ji xwe ra nekirine amanc
Ew hemî ne daxwazkirî ne, ne jî daxwazkar in
Hemî pêkve ne tên evandin, ne jî evîndar in
Bêpar in ew ji evînê, li nik wan tune evîn
Vala ne hem ji evîna di rû da, hem jî ji evîna rastîn”
*
Na, Kurd ne pirr xav û negîhîştî ne
Lê belê bêmecal û bêkes û sêwî ne
Ne ku hemî pêkve nezan û nexwendî ne
Lê belê bextreş û bêçare û bêxwedî ne
Eger hebûya jibo me jî xwedîyek
serbilind û qencîkar, peyvzan û jêhatîyek
Zanyarî û pirtûk, gîhîştin û aqilmendî
helbest û pirtûkên helbestan, xezel û hunermendî
ev tewir bibûya li bal wî kêrhatî
ev zêr û zîv bibûna li nik wî xêrhatî
min´ê hingê alaya helbestan rakira
û li ser banê Gerdûnê (kaînat) bilind bikira
min´ê banîya ve (vegeranda) gîyanê Melayê Cizîrî
min´ê bi wê alayê vejanda Elîyê Herîrî
min´ê kêfeka wisa bida Feqîyê Teyran
ku heta heta bimaya heyran
Lê çi bikim ku gelek sar e bazar
û tune ji vî qumaşî ra kirîdar
Xasma di vê dewrê da ku kîsê diravan
bûye yara xweşdivî ji me giştan ra, bûye ronayîya çavan
Yanî ji ber ku em li zêr û zîv bûne timakar
û her yek ji wan ji me ra wisa bûye yar
Eger tu zanyarîyê gişt bidî bi polek (pûlek)
û tu felsefeyê jî bifiroşî bi solek
Kes nake seyîsê hespê xwe jî, Camî (nivîskar û hozanekî ecem, 1414- 1492)
kes nake xizmetkarê xwe jî, Nîzamî (hozanekî, 1140-1203)
*
Dema me dît ku bi vî awayî û bi vî rengî ye zeman
û bi tevayî li ser diravan bû şer û pevçûn û lêkdan
me hez kir ku em bibin kîmyager
Gava me dît ku ev daxwaza me jî neçû serî û neda ber
me demek, kar û xebat kir bi însaf
û me paqij kir cewherê qelp û nesaf
Dilê me qebûl nekir hîle û sextekarî
qet jibo xerezê nebû wasîte û nekir alîkarî
Dîn çû û bi destê me neket dînar (diravê zêrîn)
Paşê ji neçarî em bûn sifirkar
Sifrê xwe yê veşartî me eşkera kir
Wek kaxidê saya (nenivîsî) neçêkirî bû, me lê dua kir
Duayê me qebûl bû bi rastî
bû wasîte jibo pêkhatina îhtîyaca me ya xwestî
*
Ev pol (rêzik û malikên Mem û Zînê ne), gerçi bêbuha ne
yekrû ne û saf in û bêbuha ne
Bêhîle û xurde ne, di wan da tune çu kêmayî
tên qebûlkirin jibo kirîn û firotina giştî bi vî awayî
Kurdîyeka sirf û xwerû ye, bêguman e
Ne zêr e ku hinek bêjin ”sipîde (sipî- gewr) mane”
Sifrê me yê sor e, aşîkar e
Ne zîv e ku hinek bêjin ”kêm eyar e”
Diravê me, mebêje ”kêmbuha ye”
Bê sîkkeya şahê şahan maye
Eger bihata çapkirin û bi çapê bibûya nexşkirî
dê nema weha nerewayî, têkilhev û nepaqijkirî
Evandî û xweşdivî ye, ne bi navê kesek rûgeş e
Ji ber vê yekê ye ku bêmirad û bextreş e
Kaxidê kesên wek me bêpişt û bêpiştgir
eger mîrek ew tesdîq û qebûl nekir
Nesafî û nesax dimîne li bal gelek kesên zanyar
lê tê qebûlkirin li bal gelek bîrbirên hişyar
*
Lê belê, hukumdarê zeman ê xwedîçande û xwedîzanyarî
bi guhê têgîhîştinê lê nekir guhdarî
Ew Mîrê ku Mîrza ye navê wî
û wek dermanekî kîmyayî ye nihêrtina çavê wî
Dilên zexel paqij dike, wek maddeyên belorîn
polên qelp jî safî dike, digerîne diravên zêrîn
Sed bar hebin diravên sor ên paxirîn ên bêxêr
tavil wan bi yek awirek zer dike, digerîne zêr
Bi qehra xwe nizim dike, kesên bilintirîn
bi qencîya xwe jî bilind dike, kesên nizimtirîn
Paşayan digire û wek dîlan davêje zindanan
paşê wan azad dike, wek belengaz û xizanan
Her roj hezar xizan û belengaz
her gav bi qencîya xwe sed parsekên diravxwaz
Dewlemend dike bi destê xwe yê têrhîmmet
li vê hîkmetê binêrin ku li serê wan jî nake minet
Eger wî li me binihêrta carek
û ber bi me biziviranda berê xwe yê wek îksîra (maddeyeka efsaneyî) mubarek
Ev peyvên me hemî dê bibûna helbest
ev pol hemî dê bibûna diravên ber dest
Lê belê nihêrtina wî giştî ye giştî
loma wî neda me nihêrtineka taybetî
Ew rehmeteka taybetî ye jibo giştî, muhtacê wî ne hemî
Xwedê, tu bidî wî umrekî dirêj û dewleteka timî!” (1)