
Hunermend Ferhat Tunç hat desteserkirin
Hunermendê Kurd Ferhat Tunç duh bi şev dema ji Almanyayê vedigeriya, li balafirxaneyê hat desteserkirin û îro bo dadgehê hat veguhestin.
A+A-
Hunermendê Kurd ê ji Dêrsimê Ferhat Tunç, duh bi şev dema ji Almanyayê vedigeriya li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû binçavkirin.
Ferhat Tunç li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li balafirxaneyê jê re gotine ku "tu ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têyî daxwazkirin" û dest bi rêkarên binçavkirinê kirine.
Tunç duh bi şev li binkeya polîsan a balafirxaneyê hatiye girtin û vê sibê bo dadgehê hatiye veguhestin.
Parêzerê Tunç, Fatma Hopikoglu ragihand ku hunermendê Kurd ji bo pişkinîna tendirustiyê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û ji wir jî dê bo Dadgeha Bakirkoyê were veguhestin.
Fatma Hopikoglu eşkere kir ku sedema binçavkirinê ji ber du dosyeyên li Amedê ye, lê naveroka dozê nizanin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin