Hunermenda Operayê Mizgin Tahir konsertek lidar xist
Mizgîn Tahîra ku yekem hunermenda Kurd ya ku kilaman bi şêwaya operayê dibêje li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi deng û awaza xwe ji bo guhdarvanên xwe konsertek lidarxist.
Tahîr kilamên dengbêjên navdar bi şêweya operayê strandin û guhdarvanan jî bi muzîka hunermenda Kurd demeke xweş derbas kirin.
Hunermenda Kurd ya Operayê Mizgîn Tahîr dibêje: "Ez bixwe girêdanek tam dibînim di neqaba dengbêjî û operayê de. Ji ber ku li vê derê, çîrokeke, şanoyeke, kes in, stran in, diyalog hen e û di nava destanan, dengbêjiyê de jî heman tişt hene."
Kilamên Hiseynê Farê, Ayşe Şan, Meryem Xan, Şakiro, Karapetê Xaco û gelek dengbêjên din û stranên hunermendê Îtalyanî yê operayê Giuseppe Verdî û yê Îspanyolî Manuel Difa bandorek mezin li ser Hunermenda Kurd Mizgîn Tahîr kiriye. Ji loma jî Hunermanda Kurd dema ku asta muzîka Kurdî ya niha nirxand diyar kir ku divê hunermend teqlîdan neke û bi kevneşopiyên xwe ve giredayî be.
Mizgîn Tahîr dibêje: "Asta muzîka Kurdî mixabin di cihê xwe de maye an paşve çûye li gorî ku em qala wê dengbêjiya xwe ya xurt û yên wan stranên xwe xurt yên gelerî dikin. Û em stranên xwe niha dinêrin tiştekî nebaş diyar dibe ku em nikarin derdên xwe bi wê xweşikbûnê bêjin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin