Hunermendê Kurd ê Kristiyan: Gefa kuştinê li min dixwin

Hunermendê Kurd ê Kristiyan: Gefa kuştinê li min dixwin

.

A+A-

Hunermendê Kurd ê Kristiyan bi navê Şeban Ok ragihand ku ev çend car e ji aliyê hejmareke kesên nijadperestên Tirk ve gefa kuştinê lê têne xwarin.

Hunermendê Kurd Şeban Ok ku herî dawiyê du roj beriya niha nijadperestekî Tirk bi rêya peyamake dengî gefa kuştina li wî xwariye  ji Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez re axivî.

Şeban Ok diyar kir ku nîvê şevê kesekî bi telefonê bi israr li wî geriyaye û gotiye, “Ez cihê te dizanim û ez dê te bidim ber guleyan. Ez dê te sax nehêlim. Ez dê te bi guleyan gêj bikim. Bila haya te ji gavên te hebe. Min pirsî tu kî yî,lê  negot. Herwiha min got cihê min ne veşartî ye û pêwîst nake hûn li min bigerin.  Paşê telefon girt û qeyda deng şand. Tê de gefa kuştinê li min dixwe.”

Di peyama deng a ku ji telefona Ok re hat şandin de kesê diaxive wiha dibêje: “Şeban ez dê te bişewitînim. Sibe cihê ku tu herî ez dê wê derê gulebaran bikim. Bila haya te ji gavên te hebe.”

Şaban Ok, diyar kir ku ji ber hunermendekî kurd ê Kristiyan e, gef li wî hatiye xwarin û got: “Di salên 2014-2015an de jî bi heman rengî gef li min xwarin. Tiştekî organîze ye. Wê demê ji aliyê DAIŞê ve gef hatin xwarin. Ji ber ku di peyaman de hat gotin ‘Ellahûekber em ê li ber çavên hemû dinyayê serê te jê bikin’. Dîsa ji aliyê nîjadperestan ve ez hatim tehdîdkirin.”

Ok desthilatdariya Tirkiyê weke sedem nîşan da û got, “Her tişt ji sîstemê tê. Dema ku ji navê biratî, yekîtî û hevgirtinê tiştek nemîne rewşên wiha diqewimin. Ez dê serî li Komeleya Mafên Mirovan û dadgehê bidim. Bila bizanibin ku em ji hemû miletan hez dikin. Îsa Mesîh qet negot çekê hilde û yê din bikuje. Şagirtên wî jî ev yek nekirin.”

Hunermendê Kurd herwiha anî ziman ku berê jî gef li rayedarên dêra Amedê hatiye xwarin û destnîşan kir ku ev nêzîkatî wê ne çareserî be û şer dê cîhanê rizgar nake.

Ok ku, li bajarê Amedê hatiye dinê û di sala 1996an de bûye Kristiyan û li ser çanda û hûnera Kurdî xebitiye.

Bestekarê Kurd Şaban Ok got jî: “Hebûna gel bi çanda wî ve girêdayî ye. Miletekî bê çand ne dibe xwedî dewlet û ne jî nasname.”

Weke rê zanîn Şaban Ok ji bo Kurdên Êzidî yên li Şingalê di sala 2014an de rastî êrîşên çekdarên  DAIŞ'ê hatîn, alîkarî kir.

Ok, diyar kir ku çi dibe bila bibe ew dê terka welatê xwe neke  û got, "Derfeta min heye ez biçim gelek welatên Ewropayê, lê çi dibe bila bibe ez heta nefesa xwe ya dawî li welatê xwe bimînim xwe terk nakim."

Şaban Ok Li Amedê ji dayîk bûye. Vokalîst û tembûrvan e. Di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û di 30 saliya xwe de besteyên xwe yên ewil çêkiriye. Lê hunermend bestên xwe yên rastîn bi muzîka Kurdî ya Xrîstiyanî kişif kiriye. Wî 150 kilam çêkirine. Şaban li dêrên cuda li Gürcistan, Danimarka, û Ermenistanê konser dane. “Kilamên Kurdên Mesîhî” yekemîn albûma studyoyê ya Şaban e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin