Hunermendên kurd banga yekîtîyê kirin
Li bajarê Koln a Almanyayê hunermendên kurd hatin ba hev, daxuyanîyeke weşandin û banga yeketîyê kirin.
Navenda Nûçeyan- Di civînê de biryara Însîyatîfa Rewşenbîr û Hunermendan a Ji Bo Neteweyî hate dest pê kirin.
Hunermendan biryar da ku di bin navê vê însîyatîfê xebatên xwe yên ji bo yekîtîyê bidomînin. Di civînê de 47 hunermend, nivîskar, zanyar û akademîsyen amade bûn. Wan bang kişand ser êrîşa li ser rojavayê Kurdistanê û got ku ew dê rih, ked, deng û rengê xwe ji bo yekîtîyê ava bikin bixebitin. Di daxuyanîyê de wisa hat gotin: "Ger yekîtî û têkoşîna bi hev re çênebe ne serketinên nû, talûkeya ji destçûyîna yên heyî jî heye. Serketina gelê kurd bi têkoşîan li hemû parçeyan dê çêbe û bi vê yekê dê serketin û yekîtîya neteweyî bê parastin. Ji ber vê yekê divê dawî parçe parçe sekinînê bê. Em xwe wekî wijdanê civakê dibînin, ji ber vê yekê bang li hemû berpirsîyaran dikin ku ji bo yekîtîya neteweyî li hev bicivin."
Van hunermendan deklerasyon îmze kirin:
Ehmed Huseynî (Helbestvan), Ali Zulfikar (Wênesaz), Bahrem Xoce (Wênesaz), Cemal Abdo-Mirê Hêkan (Wênesaz), Prof. Celîlê Celil (Lêkolîner), Çetin Oraner (Stranbêj), Ciwan Teter (Helbestvan-Nivîskar), Çeleng Omer (Lêkolîner-Akademîsyen), Çoppy (Stranbêj), Delîl Mîrsaz (Stranbêj), Dilawerê Zengî (Nivîskar), Dîyar Dêrsimî (Stranbêj), Emekçî (Stranbêj), Ekrem Heydo (Derhêner), Ekrem Efram (Wênesaz), Elî Sayit (Stranbêj), Ersîn Çelîk (Derhêner-Rojnameger), Ezîz Mamle (Stranbêj), Ferhat Tunç (Stranbêj), Firaz Mihamed Ramadan (Şanoger), Garip Dost (Hunermend), Hani Mojtahedy (Stranbêj), Helîm Yûsiv (Nivîskar), Hemen Kurdaxî (Helbestvan-Nivîskar), Hesen Şerîf (Stranbêj), Kawa Nemir (Helbestvan-Wergêr), Mehmûd Berazî (Akademîsyen-Muzîkar), Mehmet Bayrak (Dîrokzan), Melevan Resul (Rojnameger-Nivîskar), Merwan Berekat (Wêjevan), Mizgîn Tahir (Stranbêj), Mîkaîl Aslan (Stranbêj), Munîr Şêxê (Wênesaz), Necmettîn Xulamî (Stranbêj), Reşîd Sofî (Akademîsyen-Muzîkar), Salihê Heydo (Wênesaz-lêkolîner), Sefkan Orkêş (Hunermend), Şehrîbana Kurdî (Stranbêj), Şemdîn (Hunermend), Şivan Perwer (Stranbêj), Şaliko Bêkes (Nivîskar-şanoger), Teymur Evdikê (Sînemager), Tara Caf (Hunermend), Zana Omer (Akademîsyen), Xelîl Xemgîn (Stranbêj).
Çavkanî: Dîyarname
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin