Hunermendên Kurd ji bo yekîtîya netewî kom bûn
Li Almanyayê bi beşdarîya nêzikî 100 hunermendên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtîya netewî û herwiha piştevanîya bo Rojavayê Kurdistanê konserteke mezin birêve çû.
Navenda Nûçeyan- Ti demekê bi qasî niha hunermendên Kurd yekgirtî nebûn ku 100 hunermendên her çar perçên Kurdistanê li ser platformekê bi dengekî bilind li gel hev strana, “Her pêş herne pêş dewr û dem ya me ye” gotin.
Hunermend Şivan Perwer dibêje, hunermendên Kurd bang li partîyên sîyasî yên Kurd dikin ku ji berjwendîyên hizbî vegerin û dîyar dike, “Eger partî û sîyaset eger bo miletê Kurd e, bo tevahîya Kurdistanê ye, bila tolerans û hevkarîyek di navbera we de hebe da ku em hunermend jî li gor wê xizmeta we ya civakî şexsîyet bigirin.
Hunermendên Kurd ji her çar perçûn Kurdistanê, li bajarê Leverkusen ê Almanyayê kom bûn û li jêr dirûşma ‘Em bibin yek’ konserteke mezin saz kirin ku dahata konsertê jî bo zarokên li kampên Rojavayê Kurdistanê bû.
Hunermend Necmedîn Xulamî jî derbarê konsertê de ragihand ku ev derbarê avakirina yekitîyeke netewî ye.
Hunermend Xelîl Xemgîn jî ragihand ku ew weke hunermendên Kurd ji her çar perçên Kurdistanê ji bo yekitîya miletê Kurd her di xezmetê de ne.
Beşek ji hunermendên Kurd ji ber cîyawazîya bîr û bawerîyên sîyasî ji hev dûr ketibûn, ji ber hindê hunermendên beşdarên vê konsertê, weke destpêşxerîyek bo hizbên sîyasî yên Kurd hemû li jêr sîwana netewî hev digirin. Dixwazin hizbên sîyasî jî hev bigirin û berî her tiştekê bîr li berjewendîyên netewî bikin.
Hunermend Hesen jî dîyar kir, rih û kelecana vê konsertê wê cuda dike ji ahengên din ku hemû hunermendên Kurd xwedî heman gotin, peyam û gazinda wan ye û dibêje, “Peyam jî ev e ku em hemû bikarin dengên xwe bigihînin hemû rêxistinên Kurdistanê ku qet tiştek nebe, em ji hev hez bikin.”
Hunermendên Kurd di hêvîya wê yekê de ne, ku konsertên bi vî rengî li hemû Ewropa û li her çar perçên Kurdistanê saz bikin. Ji ber ku li gor wan rewşa niha ji her demekê zêdetir pêwîstî bi yekrêzî û biratîyê heye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin