Huseyîn Çelîk: Tirkiye li Venezuelayê jî li dijî statuya Kurdan e

Huseyîn Çelîk: Tirkiye li Venezuelayê jî li dijî statuya Kurdan e

.

A+A-

Wezîrê Berê yê Perwerdehiyê û yek ji damezirînerê AKPê Huseyîn Çelîk destnîşan kir ku li Tirkiyeyê reheke nijadperest ku ji destpêka avakirina Tirkiyeyê ve li dar e heye û got: "Tirkiye li Venezuelayê jî li dijî statuya Kurdan e."

"Federasyon rast bû"

Huseyîn Çelîk, di derbarê pêvajoya çareseriyê de ji televîzyoneke Tirkiyeyê re axivî û statuya Kurdan a li Iraq û Tirkiyeyê da ber hev

Çelîk got: "Li gorî demokrasiyeke temam a li Tirkiyeyê dê pirsa Kurd bi temamî çareser bike. Federasyona li bakurê Iraqê tiştekî rast bû. Ji ber ku ji ji sedî 95ê Kurdên Iraqê li bakurê Iraqê dijîn.

Li wê derê sîstemeke federal ava kirin û ala û hemû tiştên wan heye. Lê belê ez dikarim bêjim li Tirkiyeyê, ji her 4 Kurdan 3 ji wan li rojavayê Tirkiyeyê dijîn. Em bibêjin we li rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê 10-12 parêzgehan Kurdistan ragihand, ev dê pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê çareser neke."

"Bi dijminatiya aliyekî nikare bi bandor bibe"

Çelîk qala geşedanên li Sûriyeyê kir û got: “Pêwendiyên li Sûriyeyê bi pêşketinê helbet Tirkiyeyê û Tirkan eleqeder dike. Ez siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê baş nabînim. Tirkiye bi dijminkariya tund a aliyekî û pêkenîn û alîkariya aliyekî din li Sûriyeyê nikare bi bandor be."

"Nehiştin ez ji bakurê Îraqê xwendekaran bînim Tirkiyeyê"

Çelîk ragihand, Tirkiye Kurdên li parçeyên din weke civakên mirovên xwe qebûl nake û got:

"Li Tirkiyeyê saziyek û serokatiyeke bi navê 'Tirkên li Derve û Civakên Mirov' heye. Di dema wezîrtiya min de hemû Tirkên li komarên Tirkî wekî civakên mirov dihatin qebûlkirin. Her wiha Bosnayî û Arnawût civakên mirov dihatin qebûlkirin. Lê Kurdên li bakurê Îraqê wekî civakên mirov nedihatin qebûlkirin. Min nikaribû ji bakurê Iraqê xwendekar bianîna Tirkiyeyê. Çima? Biborînin li nêzîkbûneke nijadperestî ya dewleta me heye. Ev damara nijadperest ji avakirinê ve berdewam dike. Bila kesek xwe ne xapîne. Ez helwêsta Tirkiyeyê ya 'li ku derê dibe bila bibe li dijî statuya Kurdan derdikeve' rast nabînim. Ango dibêjin, bila li Sûriyeyê jî Kurd nebin tiştek, li Îraqê jî nebin tiştek. Bila li Venezuelayê jî nebin û li Îranê jî nebin tiştek. Dema hûn vê yekê dikin divê hûn hesabê wê yekê bikin ku Kurdên li welatê we mirovên wan in û hestên wan yek in.

Eger hûn dixwazin welatiyên xwe bextewar bikin divê hûn bi vî çavî li wan (Kurdên din) nenêrin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin