
Îbrahîm Biro: Divê Kurd li Şamê xwedî derkevin
.
Îbrahîm Biro serdana xwe ya Şamê nirxand û ragihand ku divê Kurd li benda ti kesî nemînin ku wan vexwînin Şamê û divê Kurd li Şamê xwedî derkevin.
Endamê Desteya Pêwendiyên Derve yê ENKSyê Îbrahîm Biro li ser hevdîtina ENKSyê ya bi yek ji berpirsên Hikûmeta Şamê Mihemed Hisên el-Dixêm dîplomasiya wan a li Şama paytexta Sûriyeyê ji Rûdawê re axivî.
Îbrahîm Biro bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara.
Îbrahîm Biro got, "Wekî şandeyekê ENKSyê em li Şamê ne. Erkê me ew e ku em berpirsên rêveberiya nû ya Sûriyeyê bibînin û nêrînên xwe bi wan re parve bikin."
"Divê hemû pêkhate tevlî Kongreya Niştimanî bibin"
Biro diyar kir ku civîna wan a bi Hesen Dixêm re fermî bû û got:
"Me xwest em bizanibin bê ka çima hemû pêkhateyên Sûriyeyê di komîteya Kongreya Diyaloga Niştimanî de nînin.
Me jê xwest ku divê hemû nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê tevlî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê bibin."
Wekî şandeyekê ENKSyê em li Şamê ne. Erkê me ew e ku em berpirsên rêveberiya nû ya Sûriyeyê bibînin û nêrînên xwe bi wan re parve bikin.
Her wiha erkê me ew e ku em dîplomatên Ewropa û welatên Ereban jî bibînin.
Civîna me ya bi Hesen Dixêm re fermî bû. Me xwest em wan bibînin ji ber ku di opozîsyonê de em bi hev re xebitîbûn.
Me xwest em bizanibin bê ka çima hemû pêkhateyên Sûriyeyê di Komîteya Kongreya Diyaloga Niştimanî de nînin.
Me jê xwest ku divê hemû nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê tevlî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê bibin.
Me îdia nekiriye ku em nûnertiya hemû Kurdan dikin lê em nûnertiya beşeke zêde ya Kurdan dikin.”
“MSD û HSD jî li Şamê ne”
Îbrahîm Biro diyar kir ku ew ji bo komîteya hevbeş a Kurdan amade ne û wiha domand:
“Em ji bo komîteya hevbeş a Kurdan amade ne û me helwesta xwe aniye ziman.
Bi dehan sal in tevgera Kurd kar dike ku doza Kurdan bibe Şamê.
Doh Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî anî ziman ku divê Kurd li Şamê xwedî derkevin û li benda ti kesî nemînin ku wan vexwîne Şamê.
Piştî rûxana Şamê em hatin da ku em doza mafên Kurdan bikin.
Ne tenê em li vir in, MSD jî li vir e û gelek aliyên Ereb li vir in.
Şandeya me ne bedîla wê şandeya Kurd a hevbeş e.
Ji bo avakirina şandeyeke hevbeş komîteyek tê avakirin û em hêvî dikin bi ser bikeve.
Serok Mesûd Barzanî jî bi her du aliyan re rûnişt û em dê tevlî wê şandeyê bibin.
Haya me ji wê komîteya Qamişloyê heye û em yek bi yek dişopînin.
Fermandarê HSDyê jî çend caran bi Hikûmeta Şamê re civiyaye.
HSD jî dibêje û Hikûmeta Şamê jî her roj dibêje dan û standinên wan bi HSDyê re berdewam dikin û bi pêş diçin.
MSD jî li vir e û bi gelek aliyan re dan û standinê dike.
Hevdîtina bi Hikûmeta Şamê re çima ji ENKSyê re guneh e yan jî heram e?"
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin