Îbrahîm Biro: Me ti rêkeftin li ser mafên Kurdan bi ti aliyekî Sûriyeyê re nekiriye
.
Endamê Desteya Pêwendiyên Derve yê ENKSyê Îbrahîm Biro dibêje, wan daxwaza dîtina Ehmed Şer nekiriye, "Em zêdetir bi xelk, konsul, mixalefet û nûnertiyan re gotûbêjê dikin."
Îbrahîm Biro ji Şamê bû mêvanê pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Dilbixwîn Dara.
Biro Li ser pirsa "Çima li Dîmeşqê ye?" got:
"Ez bi navê ENKSyê li wir im. Berê jî Ebdulhekîm Beşar li vir bû, em nûnertiya encûmenê dikin.
Biryara encûmenê ew bû ku em vê qutbûna li Şamê nehêlin. Niha hevalên me vegeriyane Şamê, li vir in û karê xwe dikin."
Li ser hevdîtinên bi Ehmed Şer re, Îbrahîm Biro amaje pê kir ku "Em zêdetir bi xelk, konsul, mixalefet û nûnertiyan re gotûbêj dikin.
Bi kesên nêzîkî wî re danûstandin hatine kirin lê bi rastî bibêjim, ew jî [Ehmed Şeri] xwe ji dîtina partiyên siyasî diparêze û heta niha ti qewareyeke siyasî nedîtiye.
Me nûnerên welatan û welatên Erebî dîtine."
Naveroka hevpeyvîna Rûdawê bi Endamê Desteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê Îbrahîm Biro re:
Rûdaw: Hûn bi navê ENKSyê yan bi navê xwe li Şamê ne?
Îbrahîm Biro: Ez bi navê ENKSyê li vir im, berê jî Ebdulhekîm Beşar li vir bû, em nûnertiya encûmenê dikin. Biryara encûmenê ew bû ku em vê qutbûna li Şamê nehêlin, niha hevalên me vegeriyane Şamê, li vir in û karê xwe dikin. Yên ku berê li derveyî Sûriyeyê me gotûbêj bi wan re dikir, niha vegeriyane Sûriyeyê û pêwîst e em jî bi wan re berdewam bin.
Rûdaw: Di bernameya we de heye ku hûn nivîsgeha ENKSyê li Şamê vekin?
Îbrahîm Biro: Bê guman, niha ti hincetek ji bo nebûna encûmenê nîne, di demeke nêzîk de wekî paytexta Sûriyeyê xelk tê Şamê û tê de kar dikin, partî û komên nû tên avakirin, loma gelekî pêwîst e ku em li Şamê hebin.
Rûdaw: We Ehmed Şer dît?
Îbrahîm Biro: Na, em zêdetir bi xelk û konsul, mixalefet û nûnertiyan re gotûbêj dikin. Bi kesên nêzîkî wî re danûstandin hatine kirin, lê bi rastî bibêjim ew jî [Ehmed Şer] xwe ji dîtina partiyên siyasî diparêze, heta niha ti qewareyeke siyasî nedîtiye. Me nûnerên welatan û welatên Erebî dîtine. Karê sereke yê hikûmeta nû pirsa çekdarî û emnî ye. Aliyên siyasî gazinan dikin; me xelkê Deraa û Siweyda û çend deverên din dîtin û ew jî gazinan dikin, ya ku di 20 rojên borî de qewimî, rast e Esed rûxiya, lê dema behsa kongreya niştimanî tê kirin û xelk nayê dîtin, ev hêdî hêdî gazindan çêdike.
Rûdaw: Ango we hewl da ku hûn Ehmed Şeri bibînin?
Îbrahîm Biro: Na, me tenê wekî dengekî gihand derdora wî ku em wekî encûmen amade ne li vir danûstandin û karê xwe bikin, eger tiştek jî li vir hat kirin em tê de bin. Lê heta niha bi fermî me daxwaza dîtina [Ehmed Şer] nekiriye.
Rûdaw: Paşeroja Îtîlafa Sûriyeyê dê çi be?
Îbrahîm Biro: Îtîlaf ku sala 2012an hat damezrandin, rewatiyeke navneteweyî pê hat dayîn, dema ku danûstandinên 2014 û 2015an dest pê kirin tenê Îtîlaf hebû, paşê hin aliyên din ên mixaleferê hatin nav wan. Vêga Îtîlaf sîwaneke siyasî ye, gelek partî û alî û hêzên çekdar li xwe digirt, niha em dibînin ku gelek hêzên çekdar dev ji kar berdan û karê wan temam bû lê aliyê siyasî ne wekî wan e, bê guman em jî îro xwe wekî mixalefet nabînin, di temenê me de cara yekem e em diçin Şamê bêyî ku em xwe wekî mixalefet bibînin. Niha divê xebata siyasî were kirin, qonaxek derbas bû; ketina rejîmê kêfxweşiyeke mezin bû, lê niha karekî dûr û dirêj li pêşiya me ye ka em çawa welatekî wekî Sûriyeya demokratîk û medenî ava bikin. Xelk dipirse ka Sûriye dê çawa be? Mînakeke çawa pêşkêşî gelê Sûriyeyê dike? Divê ji bo vê yekê aliyên siyasî karê xwe bikin. Bê guman hin aliyên siyasî di nav Îtîlafê de hene, em pirsgirêkekê di wê yekê de nabînin ku Îtîlaf bimîne yan na, niha Îxwan Muslimîn, Tirkmen, Asûrî û hin komên siyasî yên din tê de ne, lê ez dikarim bibêjim ku mezintirîn kom ENKS û Îxwan Muslimîn in. Pêwîst e danûstandinên me bimînin.
Rûdaw: ENKS kengî ji Îtîlafê derdikeve?
Îbrahîm Biro: Ev mijar heta niha nehatiye gengeşekirin. Îtîlaf bi xwe dibêje ka karên me berdewam bin an na, eger em bizanin ku ew muzakereyên ku me di nav Îtîlafê de îmze kirine berdewam dibin û baş diçin, em ê berdewam bin, lê eger hin kes derkevin em nikarin wan pabendî mayînê bikin.
Rûdaw: Navê we Îtîlafa Şoreş û Mixalefeta Sûriyeyê ye, niha ne şoreş maye û ne jî mixalefet, ji ber ku Esed rûxiyaye, xelk dipirse ev Îtîlaf heta kengî dimîne? Şeri jî dibêje, mixalefet nemaye bila xelk bi navê xwe were beşdarî diyaloga niştimanî bibe. Di demekê de ku hûn li Şamê ne, li Qamişloyê hewldana yekrêziya aliyên Kurdî heye, çima berî ku hûn bigihîjin encamekê hûn çûn Şamê?
Îbrahîm Biro: Bi baweriya min, bi dehan kesên ser bi HSD û PYDyê berê li Şamê bûn û darîçav in û diyar in, ez naxwazim navên wan bînim lê wan şandine. Şam ne dewleteke din e, paytexta Sûriyeyê ye, balyoz û konsul û nûnerên ku me ew duh li derve didîtin em vêga wan li Şamê dibînin, Sûriyeyên ku me duh ew li derve didîtin niha em wan li hundir dibînin, me ti rêkeftin li ser mafê Kurdan bi ti aliyekî re nekiriye, dema ku em Mesîhî, Durzî, xelkê Deraa û Şamê dibînin, dema nêrîneke wan a xerab li ser Kurdan xasma li ser HSD û PYDê heye, em dixwazin careke din ji Sûriyeyiyan re bibêjin, em xelkek in dixwazin mafê me hebe û wekî ku me li derve kar dikir, em amade ne li hundir jî kar bikin.
Rûdaw: Tu ji Şamê diçî Rojavayê Kurdistanê yan vedigerî Hewlêrê?
Îbrahîm Biro: Bê guman ez ê vegerim Hewlêrê, ji ber ku hîn ew hizir û eqliyeta ku berê hebû, neguheriye. Ew gef û tehdîdên ku hebûn, her mane. Em rojane bi rêya xelkê xwe dizanin; divê guherîneke baş çêbibe.
Rûdaw: Sekreterê partiya we û serokê PDK-Sê li Qamişloyê ne.
Îbrahîm Biro: Partiya me li wir e, partiya me naxwaze hin tiştan bike ku bibe kesî. Min rojekê nexwestiye behsa wê bikim û niha jî naxwazim behsa wê bikim ku heta nîvê rê çi gef li me hatine kirin û çi qewimiye. Baş e dema Esed li Şamê bû, xelkê Şamê hemû çûbûn? Em jî hez dikin û serê me pê bilind e ku partî û serkirdeyên me hemû li hundir bin, em spasiya man û zehmetkêşana wan dikin ku karîne aram bimînin.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin