Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê hejmara kurdan ji sedî 95 tenê ji sedî 25 mane
.
Berdevkê Saziya Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo li ser rewşa dawî ya herêma Efrînê eşkere kir: “Berî dagirkeriyê, hejmara kesên Kurd li Efrînê ji sedî 95 bû, niha kêmtirî %25 mane.”
Îbrahîm Şêxo ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser rewşa mafên mirovan a li Efrînê, bersiv da pirsên Cemal Batun.
Şêxo diyar kir: “Efrîn piştî hat dagirkirin di 2018an de ji hêla dewleta Tirkiyê û hêzên çekdarên tundrew ve, di hundirê Efrînê de mafên mirovan hemû hatine binpêkirin, ji kuştin, ji lêdan, ji revandin, ji girtina jinan, tecawuzên cinsî, ji birîna daran, ji hemû tiştên destê wan ket, ji kevir û însan û dar.”
Li ser pirsa "Gelo amar hene ku çend hêzên dagirker li Efrînê bi cih bûne û çend Kurd ji welatê xwe hatine derxistin û li şûna wan xelkê din hatine bicihkirin?" Îbrahîm Şêxo eşkere kir: “Hêzên çekdar di hundirê Efrînê de bi cih bûne piştî dagirkeriya Efrînê, zêdetirî 50 komên çekdar ên girêdayî Îtilafa Sûrî bi rêya dewleta Tirkiyê di hundirê Efrînê de kar dikin û li hemû deverên Efrînê belav bûne.”
Li ser amarên guhertina demografiyê jî eşkere kir: “Ji hemû hêlan ve guhertin çêbûne û hîn jî berdewam e, navên gundan jî tên guhertin, navên qadan, navên dibistanan, ala dewleta Tirkiyê, wêneyên serokê Tirkiyê Recep Erdogan li hundirê Efrînê tên rakirin, bêtirî 300 hezar kes ji hundirê Efrînê koçber bûne. Berî dagirkeriyê, hejmara kesên Kurd li Efrînê ji sedî 95-96 bû, niha kêmtirî %25 mane. Hejmara wan bêtirî 300 hezar Erebên ji deverên Sûriyê hatin di hundirê Efrînê de bi cih kirin.”
Îbrahîm Şêxo diyar kir: “Navên gundên Kurdan li Efrînê hatin guhertin û navên Tirkî hatin danîn.”
Şêxo destnîşan kir ku Efrîn piştî hat dagirkirin, ji aliyê komên çekdar ve dadgeh jî hat damezrandin, lê ew dadgeh ne qanûnî ne, ji ber ku di bin siya dagirkeriyê de hatine damezrandin.
Li ser rewşa xelkê Efrînê ku bi zorê hatin derkirin, Îbrahîm Şêxo eşkere kir: “Rewşa wan piştî koçber bûn ji hundirê Efrînê bi darê zorê derketin, li herêma Şehbayê di nav 5 kampan de bi cih dibin û li Helebê li taxa Şêx Meqsûd bi cih dibin, lê zehmetiyeke mezin, zehmetiyeke jiyanî rojane derbas dikin. Ji bo rewşa tendirustî, rewşên aborî, rewşên debarê yên rojane, her tişt ji wan re lazim e.”
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ti rêxistinên mirovî derbasî herêma Şehbayê nabin, bêtir Heyva Sor a Sûriyê bi şiyana xwe ya gelek biçûk li wir e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin