Icar dê herdû qezayên Kurdistanê bibin wilayet
Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKP gotîye dê Gever û Cizîr bibin wilayet.
Di axaftina xwe ya di Kongreya 73ê ya Yekîtîya Sazîya Ode û Borsacîyan de Serokkomarê Tirk Recep Tayyib Erdogan gotîye bajerwanî karî wî ye, ew ji seroktîya şaredarîyê tê, kuderê bibe wilayet û kuderê nebe ew baş zane û dê Cizîr û Gever bibin wileyat ango Heqerî û Şirnex veguhezin Gever û Cizîrê
Par ji hikumeta AKPê pêşnûmayek şandibû Meclîsa Mezin a Tirkiyê, ku Heqarî û Şirnex ji wilayetbûnê bikevin û li şûna wan Gever û Cizîr bibin wilayet lê li ser îtîrazan xelqê wan herdû bajêran ew dev ji vê pêşnûmeya xwe berdabûn.
Wer xuya ye piştî serokkomarê Tirk Erdogan îktîdara xwe qewîm kirîye dê îcar ev daxwaz bi cî bibe.
Wek dihê zanîn di van bajaran de şerê bi navê hendekan rûdabû; Cizîr, Şirnex û Gever bi temamî hatibûn wêrankirin û gelek ji nifûsa wan koçber bibûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin