ÎHD: Di 3 Mehan de 13 Girtî li Zindanên Tirkîyê Mirine

ÎHD: Di 3 Mehan de 13 Girtî li Zindanên Tirkîyê Mirine

.

A+A-

Komela Mafên Mirovan (ÎHD) li ser girtîgehên Tirkîyê raporta 3 mehan weşand û ragihand ku di nav 90 rojan de 13 girtî li zindanan jîyanên xwe ji dest dane.

Raport dide zanîn ku tenê di nava mehên Avrêl, Gulan û Hezîranê de 13 kes li girtîgehan mirine ku 5 ji van bi nexweşîya giran, 4 ji xwedegiravî xwe darve kirine û 4 kesên din jî bi awayê gumanbar mirine.

Raport herwiha dibêje ku 651 girtî nexweşîyên giran dikşînîn û mafê 1517 girtîyên nexweş jî hatine binpê kirin.

Raportê pirsgirêka herî serekî ya girtîgehên Anatolîya Navîne pêk hatine û 76 girtî li wê derê bi giştî 90 kes jiber binpêkirina mafan serî li ÎHD’ê dane, 15 girtî jî rastî êşkenceyê hatine.

Parlemantera HDP’ê Şevîn Coşkun jî ev raporta ÎHD’ê anî pêş meclîsê û got ku li tevahîya girtîgehên Tirkîyê mafên girtîyan tên binpê kirin.

“Di xala 17’an ya zagona bingehîn de tê dîyar kirin ku her kes xudanê mafê jîyanê ye û xwedîyê parastina hebûna xwe ya madî û manewî ye. Mafê jiyanê bingeha tevahîya hebûnê ye. Şer jî çêbe, rewşa awarte jî were ragihandin ne pêkan e ku ev maf werin şikandin. Zagona bingehîn vê yekê diparêze, lê li girtîgehên Tirkîyê ev maf bi tevahî tên binpê kirin,” Coşkun got.

Parlemantera HDP’ê pirsek ji Wezîrê Dadê re pêşkêş kir ku di rapora ÎHD’ê qala mirina 13 girtîyan tê kirin.

“Di raporta ÎHD’yê de jî tê gotin li zindanan 13 kes mirine. Gelo heta niha derheqa kesekî de lêpirsîn hatiye vekirin? Wezareta Dadê derheqa nexweşên ku mirine de lêkolînek kiriye? Gelo hejmara kesên ku êşkence dîtine, bûna armanca tundîyê û mafê wan yê jîyanê hatiye binpê kirin çend e?

Komela Mafên Mirovan (ÎHD) û Waqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TÎHV), di destpêka vê sale de li ser heman babetê raportek amade kiribû û bel kişandibû ser binpêkirinên mafên girtîyan.

Çavkanî: VOA Kurdî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin