ÎHD: Êriş li dijî nasnameya Kurdî bûye
.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) derbarê êrişa li Konyayê ya dijî malbata Kurd ku bû sedema canjidestdana Hakim Dal de ragihand ku “ev êriş berhema zimanê nijadperst û cihêkariyê ye û li dijî nasnameya Kurdî bûye.”
Şaxa ÎHDê ya Amedê, têkildarî êrişa li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Amedî daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de tê digot, “me ji dîmen û nûçeyên di çapemenî û medyaya civakî de hatine belavkirin zanîn ku li dijî malbateke Kurd a li Konyayê êrîşek nijadî hatiye kirin. Di encamê de welatiyê Kurd ê bi navê Hakim Dal canê xwe ji dest da û endamên din ên malbatê birîndar bûn û li nexweşxaneyê têne dermankirin.”
ÎHD amaje bi wê yekê dike ku ev heyameke li dijî Kurdan êrişên nîjadperst zêde bûne û herî dawî jî li êrişên bi wî rengî li Konya, Semsûr û Enqerê hatine encamdan û ne cara ewil e êrişên wiha pêk tên.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ev êriş berhema zimanê nijadperst û cihêkariyê ye û li dijî nasnameya Kurdî bûye.”Eger em bi kurtî behs bikin; di êrîşa li Sakarya de, welatiyê bi navê Kadir Şakçî jiyana xwe ji dest da, kurê wî jî birîndar bû. Her li Sakarya di encama êrîşek din a nijadperestî de Sakirin Tosun jiyana xwe ji dest dabû.
Malbateke Kurd a ji Mêrdînê ku wekî karkerên çandiniyê dixebitîn rastî êrîşê hat, lêpîrsîna dijî bergumanan de hatî destpêkirin bê encam ma û biryara neşopandinê hat dayîn. Dîsa meha borî, em bûn şahidê kuştina Deniz Poyraz a ji Rêxistina Parêzgeha HDP ya Îzmîrê. Em dibînin ku nîqaş û tevgerên cihêkar û marjînal berdewam in. Divê bê diyarkirin ku ev êriş berhema zimanê cihêkar in. Divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin.”
Li gorî tespîtên ÎHD bi tenê, di sala 2010an de 14 êrişên nijadperest hatine emcandan û di wan êrişan de 7 kesan canê xwe ji dest dane û herî kêm 32 kes birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin