ÎHD'ê rapora xwe ya mafên mirovan a 2019yê belav kir

ÎHD'ê rapora xwe ya mafên mirovan a 2019yê belav kir

Ji alîyê Komeleya Mafên Mirovan ve Raporta 2019an ya Binpêkirina Mafên Mirovan a Tirkîye hate ragihandin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Ji alîyê Komeleya Mafên Mirovan ve Raporta 2019an ya Binpêkirina Mafên Mirovan a Tirkîye hate ragihandin. Raporta ku ji ber vayrosa Koronayê bi derengî hate belav kirin de, di sala 2019an de mafê jîyanê yê 440 kesan hatîye binpêkirin. Ligel vê yekê di mudaxileya hêzên ewlehîyê de 3 hezar û 935 kes jî rastî kiryarên xirap û îşkenceyê hatine.

Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê Raporta 2019an ya li Tirkîyeyê Binpêkirina Mafên Mirovan weşand. Raporta ku ji ber metirsîya vayrosa Koronayê bi derengî hate belav kirin de, di sala 2019 an de mafên jîyanê yê 440 kesan hatîye binpêkirin. Li gor amaran, hêzên ewlehîyê mudaxileyî hezar û 344 civîn û xwepeşandanan kirîye. Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Fatîn Kanat amaje jî dike; di heyama vayrosa Koronayê de binpêkirinên mafên mirovan zêdetir bûne û tevî vê yekê jî hikumet bersivê nade nade serîlêdanên wan yên di vî warî de ku ev jî dibe sedema zebuna binpêkirina hin mafên din.

Fatîn Kanat - Rêveberê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê, got:" Desthilata heyî serîlêdanên derbarê binpêkirina mafên mirovan de di pişt guhê xwe re diavêje û wisa dixuye ku ev heyama vayrosa Koronayê bo xwe kirîye wek fersendekê. Taybetî yaseya înfazê niheqîyeke mezin derxist holê. Ji bilî vanan yekem car e di proseyeke wisa de gelek kesan bo pêdivîyên xurek û paqijîyê serîlêdana ÎHDê kirin. Yanê ji hemû alîyan ve em bûyerên binpêkirinan dibihîzin. Lê ya esil ew e ku di vê heyamê de hemû alî piştgirîya hev bikin."

Ji alîyekî din ve hate dîyar kirin ku di sala 2019an de di mudaxileya hêzên ewlehîyê ya civîn û xwepêşandanan de jî 3 hezar û 935 kes rastî kiryarên xirap û îşkenceyan hatine. Husnu Ondulê damezrînerê ÎHDê û parêzer e dibêje; di heyama vayrosa Koronayê de hikumet politikaya cudager dimeşîne û kesên dij politîkayên wê ji vê vayrosê naparêz e.

Husnu Ondul – Parêzer- dibêje: "Hikumet wek ku ev vayros li nav kesên fikrên wan cuda û kesên mixalif belav nabe tevdigere. Lê belê rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Îşkenceyê ya Ewropayê raport ragihandin ku divê pêşî girtîyên di girtîgehan de bên parastin û bo vê yekê jî bergirî bên girtin. Lê belê hikumeta Tirkîye mixabin van raportan pişt guh dixe. Em ne di rewşeke baş de ne û hewceye div ê proseyê de her tişt eşkere bê weşandin."

Herwiha serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan ragihand k udi sala 2019an de hem di warê mafên jîyanê hem jî di warê azadîyê de mafên jinan hatin binpêkirin. Li gorî vê raportê ji ber tundîya meran 431 jinan canê xwe ji dest daye û 359 jin jî birîndar bûne.

K24

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin