Îlham Alîyev bo têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîlê baş bibe çû Îsraîlê
.
A+A-
Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev, bi pêşniyara dikare têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîlê baş bibe, ber bi Îsraîlê ve bi rê ket.
Îsraîl û Tirkiyê, dema şerê 2020 ê Qarabaxa Çiyayî yê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, alîkariya serbazî ya Azerbaycanê kirin. Îlham Alîyev diyar dike û dibêje; em bi piştgirî û alîkariya her du dewletan di şerê li hember Ermenîstanê de bi ser ketin û ez dikarim bibim pira di navbera Tirkiye û Îsraîlê, bo têkiliyên wan ên dîplomatîk baş bibin.
Li gor zanyariyan, vê heftê Alîyev bi pêwendiyek telefonî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axiviye û bo têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê baş bibe, çend rê pêşniyar kiriye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin