
Îlham Ehmed: Serok Barzanî piştgiriya yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike.
.
Berpirsa Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di destpêka karên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê de axivî û got: “Îro rojeke dîrokî ye. Bi salan e, ne tenê Rojavayê Kurdistanê, lê tevahiya parçeyên Kurdistanê li benda hatina rojeke weha bûn.”
Îlham Ehmed spasiya amadebûna nûnerê Serok Barzanî, Hemîd Derbendî kir, herwiha spasiya wan partî, hêz û rêxistinan kir ku bûne piştevaniyeke xurt ji bo konferansê û ji bo yekrêzî û yekîtiya Kurd.
Berpirsa Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser got: “Em dixwazin rêxistinên me yên siyasî di çarçoveyekê de bigihîjin rêkeftinekê, bi taybetî di qonaxeke wiha de ku Rojavayê Kurdistanê piştî xebat û têkoşîneke dirêj, gihiştiye astekê ku pêwîst e çarenûsa xwe diyar bike.”
Îlham Ehmed got: "Em ê dixwazin ligel dewleta Sûriyeyê çarenûsa xwe diyar bikin û herwiha di destûrê de mafên xwe misoger bikin.”
Amaje bi wê yekê jî kir ku ew piştgiriyeke xurt ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dibînin, bi taybetî piştgiriya xurt a Serok Barzanî ji bo yekîtî û yekrêziya Kurd li Rojavayê Kurdistanê, her wiha piştgiriya Abdullah Ocalan ji Îmraliyê û rêxistinên din ên Kurdistanê ji bo ku Kurd li Sûriyê bigihîjin mafên xwe.
Îlham Ehmed got: “Em guh didin dengê gelê xwe ku daxwaza yekrêzî û yekhelwestiyê ji me dike û me jî li ser vî bingehê konferans li dar xist. Em dixwazin bigihîjin encamekê. Demeke dirêj e guftûgo di navbera aliyan de li ser vê mijarê tê kirin û îro ev rêkeftin û lihevkirin di konferansê de tê ragihandin.”
Konferans îro 26ê Nîsanê, demjimêr 10:00 bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û saziyên civaka sivîl li Qamişloyê dest pê kir.
Armanc ji vê konferansê, ragihandina yekhelwestiya Kurd û avakirina şandeyeke hevpar a Kurdî ye ji bo danûstandinê ligel hikûmeta nû ya Sûriyê ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin