Îlham Ehmed: Ti dijminatiya me bi Tirkiyeyê nîne

Îlham Ehmed: Ti dijminatiya me bi Tirkiyeyê nîne

.

A+A-

Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed radigihîne, ew dijminatiya Tirkiyeyê nakin û dixwazin pêwendiyên wan ên baş û avaker bi Tirkiyeyê re hebin. Herwiha got, pêwîst e Kurd li dora heman maseyê bibin yek.

Îlham Ehmed di hevpeyvînekê bi pêgeha “Al-Monitor” re got: “Helwesta me ya bingehîn wek xwe ye, em dixwazin li ser axa xwe bi azadî û bi ewle bijîn. Em wek hemû cîranên xwe, em dixwazin têkiliyên aştiyane û avaker bi Tirkiyeyê re hebin.”

Herwiha got: “Herêmên me amade ne ku pêşwaziya xelkên ku ji herêmê reviyane Tirkiyê bike, çi ji Dêrikê û çi ji Dêrezorê bin. Lê belê li hember vê yekê jî, divê Tirkiye rê bide ku welatiyên me vegerin Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî.”

Îlham Ehmed derbarê diyaloga Kurdî – Kurdî de jî got: “Em ji bo diyalogê bi her kesî re vekirî ne, di nava wan de bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re. Pêwîst e Kurd li ser heman maseyê bibin yek. Ev di berjewendiya me hemûyan de ye.”

Derbarê diyaloga bi rêjîma Sûriyê re jî, Îlham Ehmed amaje bi wê yekê kir, di dema niha de pêwendî tenê di gotûbêjkirina pirsên pratîkî, lojîstîkî û ewlekarî de sînordar in û ti danûstandineke siyasî di navbera wan de nîne.

Li ser hewlên Enqereyê ji bo danîna peywendiyan bi hikûmeta Sûriyeyê re, Îlham Ehmed got: “Ev dê gelek zehmet be. Nakokiyên kûr hene, Tirkiye Sûriyê dagir kiriye û piştgiriya dijberên herî mezin ên Esed dike ku Desteya Tehrîr El-Şamê ye. Heger Tirkiye dest ji piştgiriya Heyet Tahrîr El-Şam berde, wê nikaribe hebûna xwe ya li Idlibê bidomîne.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin