Îlham Ehmedê ji Trump re name şand: ‘Rê nedin ku Tirkiye êriş bike’
.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê ji Donald Trump re nameyek şand û got, “Em dixwazin hûn rê nedin Tirkiyeyê, heke na dê karesateke mirovî çêbibe.”
Rojnameya Wall Street Journalê di raporeke xwe de cih da gotinên berpirsekî Amerîkayî ku gotiye:
“Zengilê metirsiyê ye û Tirkiye amadehiyê dike ku bi awayekî berfireh bikeve nava Sûriyeyê û êrişî wan herêmên ku di bin kontrola Kurdan de ne bike.”
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê piştî zêdebûna îhtimala êrişê ji serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re nameyek şand û jê xwest ku rê li ber êrişa Tirkiyeyê bigire.
Li gorî Wall Street Journalê, Tirkiye xwe ji bo êrişeke mezin amade dike û dixwaze êrişî Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bike.
Wall Street Journalê diyar kir ku Tirkiye gelek hêzan li ser sînor dicivîne û amadehiyên wê dişibin amadehiyên 2019an ku dîsa êrişî Rojavayê Kurdistanê kiribû.
Rayedarekî Amerîkayê diyar kir, “Em ji bo vê mijarê dilgiran in û em li hêviyê ne ku ji bo çareseriyê gav bên avêtin.”
“Em dibînin ku Tirkiye li ser sînor hêzan dicivîne”
Hat gotin ku Îlham Ehmedê roja duşemê nameyek ji Trump re şandiye û tê de gotiye:
“Em ji Trump dixwazin ku zextê li Erdogan bike da ku Tirkiye hêzan neşîne ser sînorê bakurê Sûriyeyê.
Tirkiye dixwaze beriya ku tu (Trump) dest bi karê xwe bikî li ser xaka me herêmeke defakto çêbike.
Tirkiye dixwaze zextê li îdareya nû ya Amerîkayê bike da ku li ser xaka me wekî desthilatê miamele pê re were kirin.
Em dibînin ku Tirkiye li ser sînor hêzan dicivîne. Xelkê me di bin metirsiya wêranbûn û mirinê de ye.
Eger Tirkiye êriş bike dibe ku tenê ji Kobaniyê 200 hezar kes koçber bibin.”
Îlham Ehmedê di nameya xwe de gotiye ku “Erdogan guh dide gotinên Trump” û ji Trump xwestiye ku rê li ber karesateke mirovî bigire.
Li hêla din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku li Minbic û Kobaniyê agirbest çênebûye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin