Înîsiyatîfa Batmanê Referandûma yeksalî silav kir
Bi hilkefta yekemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê, endamên Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê hatin cem hev û gotin: Referandûm jî encamên wê jî meşrû ne.
A+A-
Sala par, mehek û nîva beriya Referandûma 25ê Îlonê, Şaxeke Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê, li Batmanê jî hatibû damezirandin û xebat û libatên xwe bo eşkerekirina piştgiriya xelkê Batmanê bo Referandûma Serxwebûna Başûrê Welêt, heta roja Referandûmê domandin.
Îro bi boneya 1emîn salvegera Referandûmê, endamên Înîsiyatîfa Batmanê li PAKa Batmanê hatin cem hev û bîr û rayên xwe di derheqê referandûmê û encamên wê de anîn zimên.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin