Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin
.
Li gel ku tenê çend roj ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê re mane, ji gelek aliyan ve piştgirî tên ji bo ku hilbijartin bi awayekî adil, şefaf û saxlem derbas bibin. Bi taybetî jî însiyatîfên Ewropî û Kurdistanî di vê mijarê de xebatên hesas dimeşînin.
???? JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN --> tiny.cc/imzanolsun
Di vê çarçoveyê de Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê ji bo ku hilbijartin bi awayekî adil, şefaf û objektîf derbas bibin dest bi kampanyaya îmzeyê kir.
“Ji bo Pêşeroja Kurdistanê Werin Em Bi Hev re Tevbigerin!” Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê diyar kir ku ji bo parastina statûya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji her kesî piştgirîya îmzeyan hêvî dikin û banga, "Niha ji bo daxwaza îradeya xwe îmze bikin" dike.
???? JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN --> tiny.cc/imzanolsun
Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê ev agahî da:
Di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de daku vîna xelkî bi temamî diyar bibe pêwîstiya me bi piştgiriya we heye. Ji bo pêvajoyeka zelal û dadperwerane ya hilbijartinê daku em bikaribin dengê xwe bidin bihîstin û mafê xwe biparêzin tevlî me bibin. Daku xwedî li vîna xwe derkevî niha îmzeya xwe bide!
???? JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN --> tiny.cc/imzanolsun
Çavkanî: Peyamakurd
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin