Îran: Amerîka hewl dide agirê li Îranê gurr bike

Îran: Amerîka hewl dide agirê li Îranê gurr bike

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Îranê Amerîkayê tohmetbar dike ku destwerdanê di xwepêşandanan de dike û dibêje “Amerîka hewil dide agirê nav Îranê geş bike daku givaş li ser Terhanê çêbin û di danûstandinên etomî de destkeftina ji Îranê bistîne, lê ew ti destkeftekê nadin Amerîkayê.”

Nerazîbûn û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketin hefteya şeşem û li hinek bajarên wek Sine, Mahabad, Kirmaşan, Tehran û Tewrêz xwepêşandan hatin kirin.

Li ber Zanîngeha Şehîd Beheştî ya li Tehrana paytexta Îranê xwendekar bi hêrs in û nerazîbûnên xwe derdibirrin. Druşmên li dijî dîktator û sitem û zordariyê dibêjin.

Li Beşa Bijîşkî yê Zanîngeha Tewrêzê jî xwendekar ketine mangirtinê û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Herwiha Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê dibêje, xwepêşandan di rojên xwe yên dawî de ne ku, ew wan bi “Bêserûberiyê” binav dikin.

Polîsê Zahîdan dibêje ku 57 xwepêşander bi tometa dirustkirina bêserûberiyê û ziyangihandina bi mal û milkên giştî hatine girtin.

Rêveberê Polîsê Sîstan Beloçistan Ehmed Tahirî got “Polîs yekser gihişt û ew kes nas kirin û girtin. Hejmarek ji kesên ku hatin girtin, çete ne, û pêşîneya wan a tawanan heye û zanyariyên me li ser wan hebûn.”

Birêveçûna xwepêşandanan li Tehran û Tewrêzê, herwiha li piraniya bajarên welatên cîhanê yên wek Tokyo (Japon), London (Brîtanya) û Berlîn (Almanya) rastiya wê yekê nîşan didin ku, nerazîbûn li beramber mirina Jîna Emînî bêhtir bûne. Di xwepêşandana Berlînê bêhtir ji 80 hezar kesî beşdar bûn.

Xwepêşander Aznûş Refîî got “Hestekî min ê kêmînak heye ku, dibînim ev hemû xelk bi bê liberçavgirtina ol û bîrûbaweriyê hatine li dijî Komara Islamî ya Îranê hevdu girtine.”

Berpirsên bilind ên Îranê, welatên rojava bi barûda li pişt xwepêşandanan tometbar dikin.

Wezîrê derve yê Îranê dibêje, Amerîka dixwaze guşarên xwe liser Îranê bêhtir bike, da ku wê bi Rêkeftina Etomî, neçar bike.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullehyan ragihand “Amerîkî, tevî ku danûstandina peyaman di navbera me de berdewam e, hewl didin agirê wan pirsên di çend rojên bûrî de, li Îranê hebûn, xweş bikin. Bi nerîna min çavên wan li wê yekê ye ku ji aliyê siyasî û derûnî ve, guşarê li ser me bikin, da di gotûbêjan de, destkeftiyan bidest bînin. Em ti destkeftiyê nadin Amerîka.”

Mehek û şeş roj in, xwepêşandan li navxweya Îran û dehên welatên cîhanê birêve diçin. Ti nîşana bêdengî û rawestanê li xwepêşandanan, ne diyar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin