ÎRAN - Çalakvanê navdar ji bo protestokirina rejîmê xwe ji pirê avêt

ÎRAN - Çalakvanê navdar ji bo protestokirina rejîmê xwe ji pirê avêt

.

A+A-

 Çalakvanekî navdar ê Îranê piştî ku daxwaza wî ya ji bo berdana 4 kesên girtî nehat bicihanîn xwe ji pirekê avêt û kuşt.

Hat piştrastkirin ku çalakvan Kianoosh Sanjarî xwe ji Pira Hafizê ya li Tehrana paytexta Îranê avêt û dawî li jiyana xwe anî.

Parêzvanê mafên mirovan Sanjarî berî ku xwe bikuje li ser torên civakî bangî Hikûmeta Îranê kir û daxwaza berdana 4 girtiyên siyasî kir.

Sanjarî dabû zanîn ku wî heta roja çarşemê bi dema herêmî saet 19:00an dem daye hikûmetê.

Wî di parvekirina xwe ya yekem de nivîsîbû:

“Eger îro heta saet 19:00an Fateme Sepeharî, Nesrîn Şakeremî, Tomaj Salihî û Erşam Rezayî neyên berdan ez dê li dijî dîktatoriya Xamineyî û hevalên wî dawî li jiyana xwe bînim.”

“Hêvîdar im rojekê Îranî şiyar bibin”

Sanjarî piştî bidawîbûna dema ku dabû hikûmetê di parvekirina xwe ya dawî de got:

“Hêvîdar im rojekê Îranî şiyar bibin û koletiyê nehêlin.”

Sanjarî her wiha anîbû ziman:

“Xwepêşandan mafê her welatiyekî Îranê ye.

Divê ti kes ji ber nêrînên xwe nekeve girtîgehê.”

Çar girtiyên ku Sanjarî daxwaza berdana wan dikir, ji ber tevlîbûna xwepêşandanên Jîna Emîniyê tên darizandin.

Kianoosh Sanjariyê ku di navbera salên 1999-2007an de gelek caran hat girtin û piştre ji Îranê derket.

Li Norweçê mafê penaberiyê stand.

Paşê, ew di beşa Farisî ya Dengê Amerîkayê de xebitî.

Sala 2016an ji bo dayîka xwe vegeriya Îranê û hat girtin.

11 salan li Girtîgeha Evînê ya ku girtiyên siyasî lê tên girtin, girtî ma.

Sala 2019an bi hincetên tenduristiyê bi kefalet hat berdan û piştre çû nexweşxaneyeke derûniyê.

Wî îdia kir ku di dema cezakirina wî de elektrîk dane wî, bi zincîrekê hatiye girêdan û derziyeke ku made tê de bûne lê hatiye dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin